المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESKÊ: ŞANDEK JI PYDKÊ SERDANA OFÎSA YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRÎ KIRIN..

0 57

Di roja Sêşemê 23.11.2021ê de, Şandeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî serdana ofîsa bajarê Hesekê ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kirin..

 

Herwiha Şand bi serokatiya xanim Fesla Yûsif, sekretêra Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdistanî û endama destaya serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

Herwiha Şande ji aliyê endamên ofîsa Cîbicîkar, M.Mişel Osman û M. Emran Minteş û her du endamên destaya rêveber ya şaxê Hesekê Serokê şax Seyfedîn Qadirî û cîgirê serokê şax M.Seîd Yûsif.

Herwiha Xanim Fesla Yûsif, behsa rewşa siyasî ya herêmê û azarên rewşenbîr û xelkê ji ber rewşa dijwar a aborî kir.

 

Piştre li ser rola rewşenbîrê kurd di mijarên netewî de, xemsariya ziman û pirsgirêkên civatê hat axaftin.

Di dawiya hevdîtinê de, partiyê alîkariya madî pêşkêşî şaxê kir û li hember de jî şaxê Hesekê nusxeyek ji kovara Hevgirtin (Pênûsa Azad) pêşkêşî şandeyê kir.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.