المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji PDK-Sê serdana malbata pakrewan ” Mihemed Reşîd Ehmed ” kir

0 68

Bi boneya derbasbûna Heft sal li ser şehadeta pêşmerge ” Mihemed Reşîd Ehmed ” ve , Rêxistina Domîz û Zaxo ya bi ser Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve , roja şemiyê 9ê Nîsana 2022an, serdanda malbata pakrewan ” Mihemed Reşîd Ehmed ” kir..

Û herwiha ev yek bi amadebûna endamê ofîsa siyasî” M,Mihemed Elî, û endama komîteya navendî” M,Hiyam Ebdulrehmen, û endamên encûmena Herêmî herwiha dezgeha malbatên şehîdan….

Serdanda malbata pakrewan ” Mihemed Reşîd Ehmed ” kirin ê ku di şerê rêxistinên terorîst de û ji ber parastina xaka pîroz da canê xwe kir qurban…

Û herwiha tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarek mezin ji şehîd û birîndar danîne…

Û herwiha ku di roja 6ê Nîsana 2015an, pêşmerge “Mihemed Reşîd Ehmed ” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst ên Dayîşê de canê xwe ji dest da..

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Mihemed Reşîd Ehmed”….

– Nav: Mihemed Reşîd.

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê: li gundê Girê ya bi ser navçeya Dêrikê ve ..

– Dîroka şehîdbûnê: 9/4/2015 li Bendava Mûsilê.

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku pakrewan ” Mihemed Reşîd ” ji daykbûna 1977an de, li gundê Girê yê bi ser navçeya Dêrikê ve ,û ji dema damezrandina hêzên pêşmergeyên leşkerê roj tevlî nava refên pêşmergeyan bû û beşdarî di şerê rêxistinên terorîst de dibû ji ber parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê …..

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.