المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA “ENKS”Ê BEŞDARÎ TAZAYA KESAYETIYA NIŞTIMANÎ YA PÊŞMERGE EKREM MEZÛRÎ BIBÛ.

0 98

Di roja Yekşemê 10.4.2022an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, bi erka sersaxiyê ji kesayetiya niştimanî ya Pêşmerge Ekrem Mezûrî li devera Soranê ya Herêma Kurdistanê radibe.

 

Herwiha Şanda nûneratiyê ji birêzan: (Dr. Kawa Ezîzî serokê nûneratiyê Newaf Reşîd, Şemis Şerîf, Ebdulezîz Welîka,û Barzan Merî) endamên nûnertiyê pêk hatibûn.

 

Herwiha bi amadebûna birêz Ibrahîm Biro, endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya ENKSê.

 

Li gorî zaniyariyan Têkoşer Ekrem Mizûrî, bavê şehîd Zêrevan Ekrem, di encama ketina li ser çiyayê Sefîn de,koça dawî kir û çû ber dilovaniya Xwedê.Û termê wî bi Balafira Elîkopter guhestin û wî li kêleka kurê wî pakrewan Zêreva spartin axê.

Wek tê zanîn ku kesayetiyê neteweyî yê Pêşmerge Ekrem Mezûrî bavê pêşmergeyê pakrewan Zêrevan yê ku di 20.1.2015an de,koça dawî kir li bajarê Kobanê li Kurdistana Sûrî şehîd bibû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.