المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ÇILROJIYA TÊKOŞER RAXIB FERHAN BEŞAR JI ALIYÊ PDK-Sê HAT VEJANDIN..

0 73

Di roja îniyê 8.4.2022an de,çilrojiya têkoşer Raxib Ferhan Beşar, endamê komîta herêmî ya PDKSê ji aliyê rêxistina Hesekê ya PDKSê li ofîsa wê hat vejandin.

Bi beşdariya berfireh ji rêhevalên rehmetî,şandeyên partiyên Kurdistanî, nûnerên komîte û komeleyên çandî, nivîskar, rewşenbîr, kesayetên serbixwe yên neteweyî, saziyên civaka sivîl û aştiya sivîl û ragihandinê.

Herwiha merasîm di destpêkê de, Mamoste Beşar Emîn endamê ofîsa siyasî ya PDKSê bi xêrhatina hemû mêvanên beşdar dest pê kir û piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên têkoşer Raxib Ferhan Beşar rawestiyan.Û hin gotin hatin xwendin.

Herwiha gotina ENKSê ji aliyê Xanim Fesla Yûsif ve,hat pêşkêş kirin.

Gotina PDK-Sê ji aliyê mamoste Mihemed Isma’îl ve, hat pêşkêş kirin.

Gotina Hevalên Têkoşer ji aliyê mamoste Ahmed Silêman ve,hat pêşkêş kirin.

Gotina rêxistina Hesekê ya PDK-Sê ji birêz Fethî Dirbas ve,hat xwendin.

Axaftina Encûmena Aştiya gelêrî li Hesekê,ji aliyê hevalê rahmetî Ilyas Diyarbekirlî ve,hat xwendin.

Gotina malbata têkoşer ji aliyê mamoste Mihemed Beşar ve hat xwendin.

Di çalakiyê de gotin, helbest û destwerdanên ku li ser jînenîgariya têkoşer nirxandibûn û li ser ked û helwêstên wî yên di rêwîtiya jiyana wî ya tijî têkoşîn û fedekarî de hatin pêşkêşkirin.

Herwiha di bîranînê de, çend helbestên helbestî yên li ser pakrewan û pakrewanan û rahmetî hatin pêşkêşkirin.Ji aliyê helbestvanan: Yûnis Hemî Bavê Serbast,Umran Munteş, Mişel Osman Bavê Nesrîn û hwd.

Herwiha hemû gotin di derbarê rol û bandora têkoşer de bûn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.