المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji PDK-S serdana şêx Ehmed Muaz kir..

0 92

Roja yekşemê şandek ji encumena niştîmanî kurdî li Sûriyê û partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya, serdana gundê Hilwa Şêx kirin ji bo pêşkêş kirina pîrozbahiyê ji Şêx Ehmed Muaz Elwan Heqî bikin, derbarî vegerandina wî li herêmê û wegirtina wî şêxê eşîrê li şûna rehmetî Şêx EbdEllah Gulal Heqî ….

 

Û herwiha ev şanda ji M” Beşar Emîn ”

– Neşat Zaza ” endamên ofîsa Siyasî..

Û M,”Hesen Remzî”.

Û M,Nafih EbdEllah ” endamên komîta navendî ya PDK-SÊ pêk dihat…

 

Û herwiha di derbarî vê serdanê de ev şanda pirtûka serok Mesûd Barzanî Bo Mêjo diyarî Şêx Ehmed Muaz û Şêx EdbElmelek kirin..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku Şêx ” EbdEllah Gulal Heqî ” di sala ” 1949″ an, li gundê “Hedad” yê bi ser navçeya Dêrikê ve ji dayik bûye , û herwiha wekî kesayetekî kurdî û Olî navdar di nava civakê di hat naskirin .

 

Herwiha ji rexekî din ve şêx “Ednan Heqî” rêveberê giştî yê dibistan Olî ya navendî li Qamişlo ku di sala 1991an, bi destê wî hatibû damezrandin, û piştî koçbarkirina mamê wî Şêx “Elwan” Şêx “Gulal ” bû wek rêveberê wê dibistanê..

 

 

Û herwiha tê zanîn ku di “1” Adara 2021an, Şêx” Gulal Heqî ” di Temenê 70ê salî de çû ber dilovaniya xwedê û li gundê wî yê ” Hilwa Şêx bi xakê hat spartin…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.