المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji nexweşiya Covîd 19

0 80

Derbarî rewşa Veyrûsa koronayê li kurdistana Sûriyê li gorî hatî ragihandin di” 24″ demjimêren derbasbûyî de gihiştiya “25” ji wan “8” kes başbûna ,û herwiha” 5 “kes jiyana xwe ji dest dane..

 

herwiha li ser vê babetê karmendek ku di taqîgehek bijîşkî ya nexweşiya koronayê de kar dike ji malpera me re anî ziman û ragihand: Ku niha rêjaya tûşbûyan bi veyrûsa koronayê ji berê kêmtir e û ev yek vedgere pabendbûna xelkê û standina rênemayên xweparastinê ji belavbûna nexweşiyê .

Û herwiha berdewam kir gotina xwe ku karmendên bijîşkî veksîna bi navê “Asnrzînka”ya dijî koronayê COVID-19 werdigirin û herwiha ev vaksîn taybet ji bo kesên bi temen û nexweşiyê giran tên dayîn ..

 

 

Û bi vî awayî hêjayî were gotin ku amarên dawî li Kurdistana Sûriyê wek hilgirên Veyrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiya (18036), ji wan (1829) kes başbûna û (732) jiyana xwe ji dest dane..

 

Û herwiha hejmara dawî ya pêkatiyan li navçeyên di bin desthilata Sûriyê de îro roja duşemê “7”ê pûşberê de, gihîştiye (24639) ji wan (1790) jiyana xwe ji dest dane, û (21630) ji vê veyrûsê başbûna..

 

Û tê zanîn Veyrûsa koronayê di sala 2019an li bajarê Wuhan yê Cînê derket û metirsiyek pir mezin bi xwe re belav kir û bandorek neyînî li ser Rewşa û jiyana welatiyan kir û bo sedem ku jiyana xwe ji dest bidin …

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.