المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA OFÎSA PÊWENDIYÊN DERVE Û DIBLOMASÎ YA ENIYA AŞTÎ Û AZADÎ BI TÎMÊ ROJHILATA NAVÎN LI WEZARETA DERVE YA DANÎMARKÎ RE..

0 61

Di roja pêncşemê 3ê pûşberê sala 2021ê de,
Ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî,hevdîtinek bi tîmê beşê Rojhilata navîn re, di wezareta derve ya Danîmarkî re li ser riya bernameya Zoom lidarxist.

Herwiha ji aliyê wezareta derve ya Danîmarkî yên beşdar.
Birêz Markûs Kartirs,berpirsiyarê tîmê û Birêz Wetrûlis Birêz Madis .

Herwiha ji aliyê ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî yên beşdar bûn :
M.Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsê.
M.Siyamend Haco endamê ofîsê.
M.Corc Gewriyê endamê ofîsê.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,mamoste Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsa Eniya Aştî û Azadî,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di hevdîtinê de hin xalên serke hene em tim li ser disekinin,me nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadî,da nasîn.

û piroje û nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadî ji bo Sûriya pêşerojê hat şirove û gengeşekirin.

Herweha di hevdîtinê de,nerîna Eniyê ji bo çareseriya siyasî ya giştî ji bo Sûriya pêşerojê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî hat gotûbêj kirin.

Û di derbarê wê de,binpêkirin û estengiyên li hember vê biryarê derdikevin hatin zelalkirin.

Herwiha di hevdîtinê de,Li ser hilbijartinên herî dawî yên serokatiya Sûrî ya ku ne rewa bû ji ber rêjeya mezin (50%) ji gelê Sûrî de,di navbera koçberî,penaberî,girtî û windabûyî ne”.

Herwiha Egîd got jî:

” Em rawestiyan li ser rewşa herêmên Kurdî û hemû cûreyên guhertina dîmigrafî yên li deverên Sûriya ku tên bi karanîn.(Humus,Xûta,Efrîn,Serê kaniyê û Girê Spî….)

û di derbarê wê de,pêşînyar bû li ser ku divê hemû hêzên Çekdar ji herêman derkevin û rêveberiyên sivîl bên avakirin û radestî xelkên herêmê yên resen bibin di bin çavdêriya civaka navdewletî de,ta karibin bi awayekî azad û bi rûmet li herêmên xwe yê resen bijîn , û karûbarên xwe bi serbestî birêve bibin.
Herweha me tekezî li ser girîngiya danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de, û pêwîstiya serkeftina wê kir,

ji ber girîngiya wê di dabînkirina aramiya herêmê de heye, û ew wek beşekî ji pêvajoya siyasî û çareseriya giştî li Sûriya ye ” .

Herwiha Egîd got jî:

“Bi awayekî berfire di hevdîtinê de,hat gengeşe kirin,di derbarê biryara hikûmeta Danîmarkî ji bo vegerandina penaberan ji bo Sûriya ew jî ,bi Hincet û mehaneya ku Şam,Heleb û Hesekê Herêmên aram in.

Di der barê wê de,me wek ofîsa pêwendiyê tekez kir ku li Sûrî ta niha ti herêm ne aram in,û me diyarkir ev dema ku em têde diaxivin hevalê me Husam Elqes endamê ofîsa ragihandinê ya Eniya Aştî û Azadî, hatiye lêdan kirin û revandin li bajarê Dêrikê û (piştî rojekê Serbest hat berdan ) Û me ji hikûmeta Danîmarkî daxwaz kir ku ji vê biryarê vegere û divê yek penaber venegere Sûrî ta mercên aramiyê peyda bibin”.

Herweha Egîd anî ziman û got:

“Aliyê Danîmarkî jî,tekezî kir li ser giringiya pir netewan di nava Eniya Aştî û Azadî de,û li ser nerîna wê ya siyasî ji bo çareseriya siyasî li Sûrî bi giştî,

bi avakirinek Sûriyeke ne navendî û baweriya wê bi olên cûda ta bibe bingehek ji bo çareseriya siyasî  li gorî biryara 2254 ta hemû pêkhatiyên di nava Sûriya de bi mafên xwe yê rewa şad bibin.
Û tekez kir ku wê bi alîkariya welatên Ewropa û alîgirên xwe kar û xebatê bikin ji bo pirsgirêka gelê Sûriya çareser bibe û divê roleke wê hebe.

Herweha tekezî li ser girîngiya piştgiriya di warê hewarçûnê û mirovahî de, ji bo gelê Sûrî hat kirin.

Û di derbarê rewşa penaberan de,tekez kirin ku wê rewşa wan ji nû ve binirxînin û bi taybet rewşa penaberên ku maneyên wan ne hatine pejirandin ango ret kirin”.

Di dawiya axaftina xwe de,mamoste Hewas Egîd anî ziman û got:”

Ofîsa Pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî, wê berdewam be,di hevdîtinan de,bi welatan re û aliyên ku xwedî bandor bin di doseya Sûriya de,ji bo şirovekirina nerîna Eniyê, ya siyasî bigihînin wan, ji bo çareseriya siyasî li Sûriya “.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.