المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI PARTIYA YEKÎTÎ YA DEMIQRAT KURDISTANÎ SERDANA OFÎSA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK KIRIN..

0 61

Di roja yekşemê 7.11.2021ê de, şandek ji PYDKê, bi serokatiya sekretêra partiyê Xanim Fesla Yûsif, û endamên komîteya siyasî û herêmî, serdana ofîsa encûmena xwecihî ya Çil Axa ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bi ser ENKSê ve kirin.

Herwiha Serokê Encûmenê birêz Îsma’îl Fetah bixêr hatina wan kir û spasiya serdana wan kir

Û ji aliyê xwe ve xanim Fesla Yûsif spasiya pêşwazîkirina endamên xwecihiyê kir.

Û Yûsif amaje bi wê yekê jî kir ku, ev serdan ji bo me giring e di dema niha de ji bo pevguhertina nêrînan li ser mijarên cûrbicûr ji ber ku li herêmê bûyerên germ rû didin û divê em bi bûyeran re bimeşin û ji bo bidestxistina hêvî û hêviyên gelê xwe zêdetir hewl bidin.

Û Yûsif got jî: Rewşa niha pêwîste em lezê bidin destpêkirina danûstandinên kurdî, ku çareseriya hemû pirsgirêkên me wek kurd e, wê got ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji bo wê yekê gelek hewl dide.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.