المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KAMÎRAN HACO SEMÎNAREK SIYASÎ BI HEJMAREK REWŞENBÎR Û SIYASETMEDARÊN KURD YÊN LI WELATÊN EWROPAYÊ  DIRÛNIN BI RÊ VE BIR..

0 59

Nûneriya Ewropayê ya ENKSê semînarek siyasî saz kir û tê de serokê ofîsa pêwendiyên derve ya ENKSê û endamê komîta Destûrî bi komek rewşenbîr, nivîskar û kesayetiyên neteweyî yên ku bi karûbarên siyasî re eleqedar dibin di roja Şemiyê 6/11/ 2021ê,  bi riya yek ji rûpelên tora civakî pirogramê “zom”ê lidarxist..

 

Di vê civînê de Serokê ofîsa derve ya ENKSê û endamê komîta Destûrî M.Kamîran Haco , û hejmarek endamên nûnertiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd û serokê wê M.Ebdulkerîm Hacî amade bûn.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de, mamoste Mihemed Emîn Umer nûnerê Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî di nûnertiya ENKSê ya Ewropayê de, ji malpera me ya ENKSê re bi riya telefonê ragihand û anî ziman:

“Hevdîtin piştî bixêrhatina nûnerê Desteya Serokatiya ENKSê û hemû beşdaran dest pê kir ku ji bo giyanê pakrewanên şoreşa Sûriyê û Kurdistanê deqeyek rêz girtin.

Dûvre jî M.Kamîran Haco re derfet hate dayîn ku li ser xalên jêrîn gelek mijarên ku li meydana Sûrî û Kurdî rûdidin binirxîne.

Herwiha Umer got jî:”Xal û mijarên ku M.Kamîran Haco li ser rawestiya ev in.

-Naveroka ancamên gera şeşan ji danûstandinên di navbera Opozisyonê û rêjîma Sûrî di derbarê gengeşekirin û nivîsandina destûrek nû bo Sûrî

-Ancamên hevdîtina di navbera şanda komîta pêwendiyên derv e ya ENKSê bi wezareta derv e ya Rûsî re..

Herwiha Umer got jî:

“Dûvre rê ji diyalog û guftûgoyê li ser mijarên herî girîng û pêşkeftinên siyasî yên di qada kurdî de hate vekirin, ji aliyê yên ku beşdarî vê civînê bûn, û ev civîn zêdeyî du demjimêran berdewam kir”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.