المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Domîz: Rêxistina PYK-Sê bawernameyên hînbûna zimanê kurdî bi merasîmekê li derçûyan belav kir..

0 59

 

Piştî kursên giran ku mehekê dom kir, li ofîsa Domîz a PYK-Sê , kursa zimanê kurdî ji bo komek xwendekaran bi dawî bû.

Herwiha di merasîmê de, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî Ekrem Reşîd û mamoste Mihemed Salih ku serpereştiya kursê dikir, û digel amadebûna xwendekar û endamên rêxistina Yekîtî.

 

Herwiha serkirdeyê Yekîtî Ekrem Reşîd pesna şagirt û mamoste da û tekezî li ser giringiya fêrbûna zimanê dayikê kir ji ber ku ew nasnameya netewî ya gelê Kurd li hemû cîhanê ye û pişt re bawernameyên beşdariyê ji xwendekaran re tên dayîn.

Herwiha ji aliyê xwe ve, jî mamoste spasiya xwendekaran û partiya Yekîtî kir ku derfetan ji bo hînkirina girûpeke nû ya perwerdekaran dabîn kirine û diyar kir ku piştî bidawîhatina qonaxa yekem, qonaxa duyem ya heman girûpê di zûtirîn dem de dest pê dike.

Û xwendekaran jî, spasiya rêxistina Yekîtî ya li Domîzê û mamoste kirin ku ji bo hînkirina zimanê kurdî hewl dane.

 

Hêjayî gotinê ye ku rêxistina Domîz di van demên dawî de, kursên hemşîretî, çanda giştî û zimanê kurdî di çarçoveya plansaziya rêxistinê de ji bo nûvekirina nifşên ciwan di hemû waran de li dar xistiye.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.