المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVATA ASAYÎ YA HEVRÊZIYA GIŞTÎ YA TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ LI SÛRIYA

0 87

Di roja Duşemê 4.7.2022an de,, hevrêziya giştî ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûrî civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo li dar xist.

Bi beşdarbûna hevrêzê giştî mamoste Fêsel Yûsif, civat hat li dar xistin û li ser lîsta kar rawestiyan birêkûpêk, di destpêkê de, xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê rawestiyan.

 

Piştre civat rawestiya li rewşa siyasî ya niha li ber çavan re derbas dibe ji ber zêdebûna leza nakokiyên berjewendiyên navdewletî û herêmî û bandorên wê yên siyasî û aborî li ser rewşa giştî ya welat, bi taybetî rewşa jiyanê, zêdebûna hejmara penaberan û koçberiya derveyî welat. ji ber guheztina çareseriya siyasî û perspektîfên wê yên nezelal, û nekarîna civaka navdewletî ji bo cîbicîkirina biryarên xwe yên pêwendîdar.

 

Civatê tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina van biryaran ji bo dîtina çareseriyeke siyasî bi aktîvkirina Komîteya Destûrî û Desteya Danûstandinan bi awayekî cidî ji bo pêkanîna erkên xwe li gorî biryarên navdewletî kir.

 

Civînê herwiha bi dirêjî li ser lidarxistina çaremîn kongreya netewî ya ENKSê û pêwîstiya serkeftina wê û destpêkirina qonaxeke nû ku tê de Encumena Niştimanî ya ji wê derbikeve dê li ser astên curbicur û bi şêweyekî bihêztir be, rawestiya.

Bi beşdariya hêzên curbicur ên girêdayî wê û giringiyê bi çalakiyên serbixwe yên siyasî, civakî û çandî û nûnertiya dadmend a herêmên hebûna Kurd û beşê ciwanan û jinan dike û divê her kes rola xwe ya tê xwestin bi hemû awayî bigire dest. û ji bo wê mekanîzmayên guncan bibînin.

 

Herwiha Hevrêziya giştî, tekezî li ser yekrêziya helwesta Kurdî û rakirina astengiyên li pêşiya danûstandinên di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd û aliyên Yekîtiya Niştimanî de hate kirin, bi pabendbûna bi belgenameya garantiyê ya ku ji aliyê Amerîka û fermandarê HSDê ve,Mezlûmd Ebdî hatiye îmzekirin.Û her paşxistina wê yekê ne di berjewendiya gelê Kurd û doza wî de ye di warê bidestxistina şirîkatiya di welat de û sûdwergirtina ji qonaxa bê.

 

Herwiha civatê, binpêkirinên ku çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) li dijî Encûmena Niştimanî û alîgirên wê dikin şermezar kirin, û ew wek hewildanek ji bo têkbirina rêkeftinê dihesibînin, nemaze ku Encûmenê bijardeyek stratîjîk kiriye ji bo bidestxistina yekrêziya helwesta kurdî.

Herwiha civatê, hemû binpêkirin û kiryarên tawankar ên grûpên çekdar ên Sûriyê yên ku di bin çavdêriya artêşa Tirkiyê de li herêmên di bin kontrola wê de li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku wan rawestîne û aramiyê vegerîne. Di vê çarçoveyê de her projeyên din ên ku dewleta Tirk dixwaze ji derveyî biryara 2254 pêk bîne, bi taybetî jî madeya 14, dê bibe sedema pirsgirêkên zêde ji bo êş û azarên Sûriyê, bibe sedema guhertina demografîk û destdirêjî li ser milkên Sûriyê,yên din.

Herwiha Civînê bilind nirxand ew civîna ku Serok Mesûd Barzanî ligel şanda partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Hewlêrê pêk anîbû û hemû karên ku serkirdayetiya herêmê û Serok Mesûd Barzanî ji bo gelê kurd li Sûriyê dikin, bilind nirxandin

Herwiha civatê, bi tundî êrîşên li ser Herêma Kurdistana Iraqê û hemû hewlên ku ji bo armanckirina ewlehî û aramiya Herêmê û têkbirina destkeftên destûrî ku bi xwîn û qurbanîdana pakrewanan hatine bidestxistin, şermezar kirin.

Herwiha Civînê rola tevgerê di astên curbicur de, bi erênî nirxand piştî duwazdeh salan ji destpêkirina wê, û bang li hemû endam û alîgirên xwe kir ku hevgirtin û hevgirtineke zêdetir ji bo pêşxistina xebata tevgerê di nav gelê Kurd de, weke dozeke ramyarî, siyasî ku çaksaziyê û guhertinê çalak dike. Û pilanên rêxistinî û siyasî yên pêwîst ji bo pêşdebirina van armancan hatin destnîşan kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.