المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI ENKSê SERDANA OFÎSA JIN Û ZAROKATIYÊ KIR .

0 117

Li ser vexwendina Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê, M. Si’ûd Elmela, Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û M. Fêysel Yûsif, endamê desteya serokatiya ENKSê, di êvara roja Sêşemê 8.2.2022an de, serdana Ofîsa Jin û Zarokatiyê ya ENKSê, li ofîsa Yekîtiya Jinên Kurdistana Sûrîyê, li bajarê Qamişlo kirin.

 

Di destpêkê de, mêvan ji aliyê berpirsa ofîsê xanim Ariya Cuma ve, hatin pêşwazîkirin û di hevdîtinê de, behsa çend mijaran hat kirin, ji wan rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî û pêşhatên dawî yên diyaloga kurdî û kurdî.

Herwiha beşdaran behsa bûyerên vê dawiyê yên li herêmê û bûyerên girtîgeha Xiwêran li Hesekê kirin.

Herwiha Şanda destaya serokatiya ENKSê, kar û xebatên Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê di Encûmena Niştimanî ya Kurdî de û hewlên endamên nivîsgehê bilind nirxand.

Di dawiya serdanê de endamên ofîsê spasiya şanda ENKSê, kirin ku vexwandina wan qebûl kir û gelek mijarên girêdayî ofîsê bi awayekî vekirî gotûbêj kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.