المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI ŞCK-S SERDANA OFÎSA HDK-SÊ KIR..

0 100

Di roja sêşemê 8/2/2022 de, şandek ji endamên desteya rêveber ji Şepêla Ciwanên Kurd-Sûrî bi nûnertiya M.Ebdulwehab Xelîl, M.Kanîwar Badînî û birêz Liqman Mîrza, serdana ofîsa Hêzin Demokrat ê Kûrdî li Sûriya li bajarê Qamişlo kir.

Herwiha şand ji aliyê endamên ofîsa Cîbicîkar ya Hêzin Demokrat ê Kurdî li Sûriya, ji M.Nesir Îbrahîm, D.Selah Remo û M.Menar Osman hatin pêşwazîkirin.

 

Herwiha her du aliyan rewşa niha bi taybetî û rewşa kurd bi giştî û rola ciwanan, hemahengî û xebata ji bo xizmetkirina gelê kurd hate gotûbêjkirin.

 

Di dawiya hevdîtinê de, her du alî tekezî li ser berdewamiya civînên dualî ya ku dikeve xizmetkirina gelê Kurd kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.