المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EMÎNDARÊ GIŞTÎ YÊ KOMKARA WELATÊN EREBÎ PÊŞWAZIYA ŞANDEK JI ENIYA AŞTÎ Û AZADIYÊ KIR

0 100

Di roja sêşemê 8.2.2022an de, Birêz Ehmed Ebûl Geyt emîndarê giştî yê Komkara welatên Erebî pêşwaziya şandeke Eniya Aştî û Azadiyê kir, ku ji serokê Eniyê Şêx Ehmed El Cerba û mamoste Se’îd Lahdo pêk dihat li baregeha komkara Erebî, li Qahîreyê

Di hevdîtinê de, alîkarê emîndarê giştî Husam Zekî ji bilî tîma pispor di dosya Sûriyê de, di Komkara Dewletên Erebî de amade bûn.

Herwiha birêz Ehmed El Cerba axivî li ser Eniya Aştî û Azadiyê, pêkhateyên wê, şert û mercên avakirina wê, nêrîna wê ya siyasî, serdanên Eniyê yên Federasyona Rûsyayê, dewleta Qeter û Herêma Kurdistana Iraqê û pêwendiya berdewam û dayim digel birayên li Komara Erebî ya Misrê.

 

Herwiha behsa rewşa giştî ya Sûriyê û pêşhatên proseya siyasî kir.

Ji aliyê xwe ve, Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî tekezî li ser helwêsta Komkarê derbarê kirîza Sûriyê kir, û ku rêya siyasî ya çareseriyeke siyasî li Sûriyê diyar e û referansa wê jî daxuyaniya Cinêv û biryarên Encûmena Ewlekariyê yên pêwendîdar e, di serî de biryara 2254. .

Herwiha di dema ku Şêx El Cerba kêfxweşiya xwe de, bi vê hevdîtinê anî ziman, wî tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hewlên ereban û vejandina rola ereban kir ji bo bidestxistina çareseriyeke siyasî ya dadmend û giştgîr li ser bingeha biryarên rewatiya navdewletî.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.