المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEK JI ENKSê SERDANA MITRANIYA SIRYANÊ KASOLÎK KIR LI BAJARÊ HESEKÊ…

0 90

Di roja înê 24/7/2020an de, şandek ji ENKSê,serdana Mitraniya Siryanê kasolîk yê Cezîrê û Ferat kir li bajarê Hesekê , ew serdan jî serdanek normal bû.

Her wiha şanda ENKSê bi beşdarbûna mamoste Mihemed Isma’îl endamê desteya serokatiya ENKSê û mamoste Beşar Emîn endamê ENKSê û bi beşdarbûna endamên encûmenên xwecehiyên Hesekê û bi beşdarbûna endamên ragihandinê ji ofîsa ragihandina ENKSê.

Her wiha şanda ENKSê hat pêşwazîkirin ji aliyê Elxorî Asqef rêzdar Cûzêf Şemhê polîtîkê Betrîrkê Siryanê Kasolîk yê Cezîrê û Ferat.

Di destpêkê de,şanda ENKSê,pîrozbahiya Elxorî Asqif rêzdar Cûzêf Şemhê kir li ser radest kirina wî ji peywira(karûbarê)nû re.
Her wiha herdu aliyan,nerînên cûda ji hev re diyarkirin di derbarê giringiya jiyana hevbeş û aştiyana gelêrî de,

û têkiliyên dîrokî yê ku hemû pêkhatiyên herêmê lihev civîn in.

Û giringiya danûsitendinê di çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê de.

Her wiha di derbarê vê hevdîtinê de,tekez bû li ser giringiya perwerdê ya ku amûreke ji bo pêşketina civakê.

Û pêwîstî bi avakirina saziyên perwerdê ji bo xizmetkariya xelkên herêmê bike heye.

Û berdewamiya siyaseta perwerdehiya li gorî rêbaziya şopîner ji aliyê rêveberiya xweser ya ku zerarê dighîne xelkên herêmê,divê danûsitandinek kûr û berfire çêbibe ji bo çareseriya vê pirsgirêkê.

Di ragihandinek taybet de ji malpera me ya ENKSê re Elxorî Asqef rêzdar Cûzêf Şemhê daxwaz kir ji aliyên berpirsiyariyê rêveberiya bajarê Hesekê,kar ji bo dabîngirina pêdiviyên hesan yê jiyana rojane wek(nan,av û êlêtrîkê) û

da diyarkirin ku wî bi aliyên berpirsiyarê bajêr re ragihandiye ji bo sererastkirina rojeva jiyanî li bajêr.

Her wiha Elxorî Asqif rêzdar Cûzêf Şemhê tekez kir li ser giringiya danûsitendinan û ragihandina di navbera hemû aliyan de, ji bo çareseriya kirîzên jiyanê, ji ber ku pêkvejiyan û aştiya gelêrî û rêzdariya ji hev re di navbera hemû pêkhatiyên herêmê.

de, amûra yekemîn ji parastina ewlehî û aramiya herêmê re,ya ku wek fûseyfûsa pir rengîn û netewe.

Ji aliyekî din jî Elxorî Asqif rêzdar Cûzêf Şemhê, ameje kir li ser têkildariya wî bi kurdan re,bi kêmasî karê ku bike wê limêj bike ji bo bajêr jiyanekê bi kêf û xweşî bike,û kar ji bo mirov bighê bilindbûna mirovahiyê”.

Her wiha di dawiya hevdîtinê de,şanda ENKSê spasiya Elxorî Asqif rêzdar Cûzêf Şemhê kir polîtîkê Betrîrkê Siryanê Kasolîk yê Cezîrê û Ferat li ser xweşbûna mêvaniyê û pêşwazîkirina li ser hêvîdariya hevdîtinên bêtir.

Her wiha Elxorî Asqif rêzdar Cûzêf Şemhê ji aliyê xwe jî spasiya şanda ENKSê kir li ser serdana wê û kêfxweşiya xwe da xuyakirin bi vê hevdîtinê re.

Wêne ji serdanê

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.