المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Rojhilatî Qamişlo şaxê” Sinceqê” ya PDK-Sê , semînarek Rêxistinî û Siyasî li darxist…

0 70

Diho roja înê “24”ê, tîrmeha “2020”an, rêxistina rojhilatî Qamişlo şaxê” Sinceqê” ya PDK-S , semînarek rêxistinî û siyasî li darxist.

û ev yek bi amadebûna M,”Hesen Remzî ” endamê komîta navendî ya PDKS, û berpirsê rêxistina rojhilatî Qamişlo, û endamê komîta herêmî M,”Celal Elyûsif”, û herwiha bi hezirbûna endamên şaxan û xwecihiyên herêmê.

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir, û piştre M,”Celal Elyûsif”, bi xêr hatine hemû endaman kir.

Û herwiha semînar hat pêşkêş kirin ji aliyê M,”Hesen Remzî “ve, endamê komîta navendî, û di derbarî vê semînarê de li ser pêşveçuyên dawî yên siyasî li sûriyê bi giştî û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana Sûriyê.

Û herwiha ji aliyekî dî ve M,Hesen Remzî, bi firehî di semînarê de li ser danûstandinên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî,

û herwiha xalên dawî derbarî gihiştina lihevkirinekê ji bo yekrêzî û yek helwesta kurdî de anî ziman.

û ji bo xizmeta berjewendî û doza gelê kurd li Kurdistana sûriyê ji bo bi destxistina mafê rewa yê gelê kurd li gorî peymanên navdewletî de.

Û herwiha M,Remzî berdewam kir ku qonaxa duyem ji danûstandinan di demeke nêzîk de destpê dike.

Û di dawiya semînarê de hemû endaman pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê M,Hesen Remzî, bersiva wan hat kirin.

Ragihandina ENKS ê
Wergerandin :Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.