المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji ENKSê pêşweziya cîgirê şanda Emerîka “Dêvid Robştayîn” kir ..

0 66

Îro roja duşemê” 19″ ê Nîsana 2021 an,şandek ji Encûmena Niştîmanî kurdî li Sûriyê, ku ji her yek D,Ebdelhekîm Beşar, Ibrahîm Biro û Seyîd Omer pêk hat, pêşweziya cîgirê şanda Amerîkî “Dêvid Robştayîn” û herwiha şanda pê re kirin.

Û herwiha di civînê de berpirsê Qonsilê Emerîka li Hewlêrê “Morgan Hol” û” Mark Rêdmon ” endamê kadrê siyasî yê qonsilxenaya Emerîkayê li Hewlêrê di vê civînê de amadebûn.

Û di derbarî vê civînê de bi giştî li ser rewşa Sûriyê û piroseya Siyasî li cinêvê û nerîna Emerîka derbarî çaresriya kirîza Sûriyê li gorî biryara Encûmena ewlehî ya navdewletî 2245 û vekişandina rêjîma Sûriyê ji piroseya Siyasî.
Û herwiha hate behis kirin li ser rewşa navçeyên di bin desthilata rêveberiya QSD de hat kirin.

Û herwiha ji rexekî dî ve herdû aliyan li ser şerê berdewam û rewşa aborî ku ev yek nakeva ber xizmeta çaresriya siyasî li Sûriyê û pirsgirêgan dirûst dike

di nav pêkhateyên Sûriyê de û derbarî vê yekê de encûmenê niştîmanî nerazîbûna xwe ji her cûrekî ji guhertina Dîmografî diyarkir û ev yek red kir.

Û herwiha di civînê de aliyên Emerîkî tekezî ser pêwîstiya civînê li gel ENKS ê kir de ku nerîn û helwesta ENKS ê di vê derbarê de were naskirin.

Û herwiha ji rexekî dî ve aliyên Emerîkî tekez kirin ser pêwîstiya nûneratiya yeksan û hevbeşiya rasteqîn ya tevaya pêkhateyan û aliyên siyasî hebe û tekez kir li ser beşdariya encûmena niştîmanî di rêveberiyê de kir.

Û herwiha her di derbarî vê civînê de encûmena niştîmanî tekez kir ser vegerandina Jiyana siyasî û Ewlehiyê û koçberan kir û hemû şêweyên guhertina Dîmografî red kir û vegerandina Leşkerî roj jî têde hate kirin.

Û herwiha di dawiyê de encûmena niştîmanî daxwaz ji şanda Emerîkî kir ku piştgirtiya mafên kurdî yê rewa li ser astên navdewletî û û piroseya Siyasî li cinêvê kir.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.