المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA HESEKÊ YA PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ -SÛRIYA ALÎKARÎ LI SER HIN MALBATÊN HEJAR BELAVKIR.

0 66

Di roja înê 16.4.2021ê de,rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya,hin alîkarî li ser hin malbatên xizan û hejar li bajarê Hesekê belavkir.

Di derbarê vê yekê de,mamoste Mihemed Ocê berpirsiyarê rêxistina Hesekê û endamê komîta navendî ya PYK-S ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Wek hûn dizanin rewşa xelkên Sûriya bi giştî, ji aliyê abûrî pir zahmet bûye û bi taybet malbatên xizan û hejar ,

piştî daketina nirxê lêreya Sûriya li hemberî pereyên biyanî.

Ji ber vê yekê hin malbatên xizan nema dikarin pêdiviyên pêwîst yên ji bo jiyana xwe yî rojane bikirin”.

Herwiha Ocê got jî:

“Me jî wek, rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî Kurdistanî li Sûriya, biryar sitend di vê meha Rojiyê de , her yek ji me karibe çi alîkariyê pêşkêşke, ji bo em li hin malbatên xizan belav bikin.

Bi rastî biryar bi awayekî erênî hat pijirandin û me jî alîkarî li gorî em karibin  li hin malbatên xizan yên bajarê Hesekê belavkir”.

Herwiha Ocê got:

“Ev kar ne minete,lê erkeke dikeve ser milê her kesê ku dikare alîkariya xelkên xwe bike li hemû deverên cûda.

Ji ber ku em di demek pir zahmet dijin û xelkên me pêwistiya wan bi alîkariyan heye”.

Hêjaye gotinê,ku di vê qonaxa dijwar de, gelek bangewezî derdikevin ji bo wan kesê dervî welat dijin,ji bo alîkariya gelê Kurdistana Sûriya bikin bi taybet malbatên xizan û yên  kêm diramet û yê ku ti karmendên wan nebin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.