المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA 6 EMÎN SER ŞEHÎDBÛNA PÊŞMERGE ” REMEZAN HISÊ ” DERBAS DIBE..

0 72

Hêzên pêşmergeyên Kurdistana sûriyê yên leşkerê Roj ji dema demazirandina wê ta niha bi dihan şehîd û birîndar kirine qurbanî ji bo parastin û berevaniyê di ber xaka kurdistanê de.

Û herwiha Hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj bi qehremaniya xwe bi roleke ber çev di şerê tevgerên terorîst de destanên dîrokî tomar kirin, û bi şanazî bi dihan keç û xortên pêşmerge canê xwe kirin qurbanî ji bo parastina xaka pîroz ya Kurdistanê.

Yek ji wan şehîd” Remezan Fêsel Hisê” ji dayîkbûna sala “1996”an li gundê “Xirab bajar “yê bi ser navçeya ÇilAxa ve ,û di sala 2013an li gel malbata xwe li kampa Kewirgoskê ya paneberên kurdistana Sûriyê li herêma kurdistanê niştecîbûn .

Û şehîd “Remezan Hisê “,di nava refên pêşmerge yên leşkerê Roj cihê xwe digirt, û di “21” ê Nîsana “2015” an di şere rêxistina terorîst yên Daîşê li devera Deşta Elmalih li gundê ” Herdan ” li Herêma kurdistanê şehîd bû û canê xwe kir qurbanî ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê ji dijminan.

Hin zaniyarî li ser pakrewan Remezan :
– Pile: pêşmerge
– Jidayîbûn: sala 1996 an ,li gundê ” Xirab Bajar” .
– Cihê Şehîdbûnê: 21/4/2015 Deşta Malih li gundê” Herdan “.

Û şehîd “Remezan Fêsel Hisî ” li goristana Kewirgoskê ya nêzîkî kampa Kewirgoskê ya paneberên Kurdistana sûriyê bi xakê hat spartin.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.