Home / Çalakî / Şandek ji encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Birhik , beşdarî şîna “Mûsa Mir’ê “, kesayetê Welatparêz bû..

Şandek ji encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Birhik , beşdarî şîna “Mûsa Mir’ê “, kesayetê Welatparêz bû..

Îro roja sêşemê “9”ê reşemiha “2021” an de, şandek ji encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Birhik ya ÇilAxa ya bi ser ENKS ê ve, beşdarî şîna “Mûsa Ismaîl Mir’ê “Bavê Xeldûn, kesayetê neteweyî û endamê encûmena Gundê “Ala Qowsê “kir .

Û herwiha di vê derbarê de M,”Elî Ferso ” serokê encûmena xwecihî ya şehîd Nesredîn Birhik, ji malpera ENKS ê re li ser xebata “Bavê Xeldûn ” anî ziman û got :

“Di destpêkê de em sersaxiyê ji xwe re û ji encûmena niştîmanî û kes û kar û tevahiya malbata wî re dixwazin, bi rastî ev nûçeya koçbarkirina vî xebatkarî cihê xemgîniyê bû, kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperweriya xwe di navçeya xwe de û herwiha di nav hevalên xwe de jî di hat naskirin” .

Û herwiha M,”Ferso” gotina xwe berdewam kir û got:

“ku rehmetî “Bavê Xeldûn “, di tevgera kurdî de xwedî roleke berçav bû kar û xebata xwe li ser rêbaza Barzanî her berdewam dikir ji bo doz û mafê gelê kurd ,û herwiha em hêvîdarin ji xwedayê mezin wî bi buhişta xwe ya rengîn şad bike”.

Û herwiha tê zanîn ku diho roja dûşemê “8” Sibata” 2021 ” an de, “Mûsa Ismaîl ” Bavê Xeldûn, ji sedema kirîzeka dil koça dawî kir.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

About Raid Mihemed

Check Also

HERDÛ XWECIHIYÊN HESEKÊ SALVEGERA 42 YEMIN” LI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ NETEWA KURD “MELA MISTEFA BARZANΔ VEJANDIN.

Di roja duşemê 1.3.2021ê de,bîranîna salvegera 42 yemin li ser koça dawî ya Barzaniyê nemir …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *