المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji partiya yekîtî Demoqiratî kurdistanî, serdana ofîsa Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavanên kurd li Sûriyê kirin..

0 73

Îro roja sêşemê “9”ê, sibata “2021”, şandek ji partiya yekîtî Demoqiratî kurdistanî, serdana ofîsa Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavanên kurd li Sûriyê kirin ji bo pîrozbahiya vekirina ofîsa wan ya li bajarê Qamişlo.

Û herwiha ev şand bi serokatiya M,” Fesla Yûsif “, sekirtêra partiya yekîtiya Demoqiratî Kurdistanî û endamên komîta rêveber û hin endamên wê partiyê pêk hat.

Û di derbarî vê serdanê de M,”Selma Silêman ” endama komîta rêveber ya Partiya Yekîtî ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

” Di destpêkê de em pîrozbahiya ofîsa yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavanên kurd li Sûriyê dikin li ser vekirina ofîsa xwe , û herwiha ji aliyê Yekîtiya nivîskar û rojnemavanan hatin pêşwazîkirin û kêfxweşiya xwe diyarkirin derbarî vê serdanê”.

Û ji rexekî dî ve di vê rûniştinê de M, “Fesla Yûsif “ ragihand û anî ziman :

” ku vekirina ofîsên bi vî rengî yên girêdayî bi nivîskar û rewşenbîran cihê şêhnaziyê ye ku bandoreke erênî ser civaka kurdî dike.

Û herwiha di vê rûniştinê de ser  bûyerên dawî yên derketin holê derbarî girtina mamosteyan cihê şermezariyê ye”.

Û di dawiyê de herdû aliyan tekez kirin ser giringiya gihiştina nerîneke siyasî hevbeş ji ve danûstandinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de ku dikeve di ber maf û xizmeta miletê kurd de.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.