المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIKÊ : XWECIHIYA DÊRIKÊ CIVÎNEK BI NÛNERÊN ŞAXÊN HERÊMA KOÇERATA RE LIDARXIST…

0 52

Di roja yekşemê 7.2.2021ê de,encûmena xwecihî ya bajarê Dêrikê,ya bi ser ENKSê ve,civînek bi nûnerên şaxên herêma Koçerata lidarxist.

Herwiha ev civîn hat lidarxistin bi merem û armanca pêşxistin a rol û kar û xebata wan li herêmê de .

 

Herwiha endamên xwecihiya Dêrikê li nerîn û daxwazên nûnerên encûmenên şaxan guhdarîkirin.

Herwiha tekezî bû ser bihêzkirina çalakiyan li navenda xwecihiya bajarê Dêrikê .

Ji ber ku encûmenên van şaxan û piraniya xelkê, hîn li ser soza xwe ne ya ku digotin ENKSê nûnertiya wan dike.

 

Hêjaye gotinê ku,ev yek ji biryarên ku di civîna asayî de,ya xwecihiya bajarê Dêrikê ya bi ser ENKSê ve,di roja duşemê 1.2.2021ê de,hatibû sitendin.


Ragihandina ENKSê
Raport;Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.