المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Şandek ji encûmena xwecîhî ya rojhilatê Qamişlo serdana ofîsa YNKS’ê kir

0 82

Şandek ji encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo ya bi ser ENKSÊ ve, îro roja çarşemê “16”ê pûşberê , serdana ofîsa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kirin ji bo pêşkêşkirina pîrozbahiya serkeftina kongirê wan yê 2emîn ku di 4vê mehê de hatibû li dar xistin..

 

Û ev şanda Xwecihiyê bi serokatiya M,Mihemed Sedîq, û herwiha hin endamên xwecihiyê pêk hat..

 

Û  ji aliyê M,”Luqman Yûsif “serokê Yekîtiya Nivîskaran ve hatin pêşwazîkirin..

 

Û herwiha di derbarî vê serdanê de M,””Mihemed Sedîq “serokê xwecihiya rojhilatî Qamişlo ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: Pîrozbahiyek germ arasteyî hemû serkirde û endamên Yekîtiya nivîskaran dikin li ser serkeftina kongirê we yê 2emîn ,û hilbijartina serokatiya wê ya nû, û hêviya pêşketinê di kar û xebata we dikim ku di keve di ber xizmeta berjewendiyên gelê kurd û wêjaya kurdî de…

 

Û tê zanîn ku di 4ê vê mehê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê kongirê xwe yê Duyemîn bi awayekî serkeftî hat li dar xistin li hola Efrîn li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna endamên Yekîtiya nivîskaran û kesayetên Nivîskar û rewşenbîrî, û têde M,”Luqman Yûsif ” wekî serokê Yekîtiyê hat hilbijartin û M,”Naîf Cibîro” weke cîgirê Serok hat hilbijartin….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.