المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê 64emîn salvegera damezrandina yekemîn partî li Kurdistana Sûriyê vejand

0 115

Îro roja duşemê” 14″ê pûşbera sala” 2021″an, 64 sal li ser damezrandina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ve derbas dibe, û bi vê boneyê  PDK-SÊ ev roj vejand bi ahingek bi coş bi beşdarbûna hejmarek mezin ji cemawer û endam û serkirdeyên partî û rêxistinên jinan û tevgerên ciwanan…..

 

Û herwiha di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre bi boneya vê salvegerê de gotina partî Demokrata Kurdistan- Sûriya, ji aliyê M,(Neşat Zaza) endamê ofîsa siyasî ve hat xwendin û têde li ser rol û giringiya kar û xebata partî ji dema damezrandina wê ta niha anî ziman..

 

Û herwiha M,Hejar Elî”gotina Encumena niştîmanî kurdî li Sûriya pêşkêşkir…

 

Gotina partiya gel ya Kurdistanî” M,Ebdelsemed Xelef Biro…

 

Gotina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê M,Luqman Yûsif ” serokê Yekîtiyê ve hate xwendin..

 

 

Û herwiha di derbarê derbasbûna “64”emîn ser damezrandina partiya PDK-SÊ, M,”Lava Delî ” ,endama komîta herêmî ya PDK-Sê, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman: Ev roja pîroz a damezrandina partiya PDK-SÊ pîrozbahiyek germ arastî hemû endam û kadro û serkirdeyên partî pêşkêş dikim, ku roja” 14″ê hezêranê rojeke giring û dîrokî ye ji bo gelê kurd de ku ev partî xwedî roleke bi bandor bû û miletê me bi yasaya vê partiyê hişiyar bûn ji doza azadiya xwe re û ji zimanê xwe re.

 

Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Delî” berdewam kir gotina xwe, ku 64 sal kar û xebata partî berdewam e li ser daxwaza gihiştina milet mafê xwe yê rewa li Kurdistana Sûriyê…

 

 

Û di vê helkeftinê de çend stran û helbest û birûskên pîrozbahiyê derbarî damezrandina partî hatine pêşkêşkirin….

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku ji destpêka avakirina partiya Demokrata Kurdistan-Sûriya ,û ta dema aniha vê partiyê roleke giring û ber bi çav lîstiye li ser asta siyasî û civakî û pêkanîna mafê gelê kurd di hundirê Sûriyê de, û belav kirina demokrasiyê û aştiyê û wekheviyê di nava hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de…..

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.