المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DÊRIK: ŞANDEK JI HEVRÊZIYA DÊRIKÊ YA TÇKSê SERDANA OFÎSA PYK-Sê KIR.

0 72

 

Di roja çarşemê 16ê pûşberê sala 2021ê de, şandek ji Hevrêziya Dêrikê ya Tevgera Çaksazî Kurdî li Sûrî bi serokatiya M.Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar serdana ofîsa partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûrî kirin, bi boneya vekirina ofîsa wan ji nû ve û wan pîrozbahîkirin.

 

Di derbarê vê yekê de,M.Welîd Ferman endamê ofîsa cîbicîkar yê TÇKSê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

 

“Îro me wek Hevrêziya Dêrikê ya Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûrî, bi boneya vekirina ofîsa Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûrî ji nû ve li bajarê Dêrikê, me serdana ofîsa wan kir û me ji wan re pîrozbahî kir.

Û hat tekiz kirin li ser xurtkirina têkiliyên baş di navbera Tevgera me û Yekîtî Kurdistanî de di derbarê xizmetkariya dosaya gelê kurd li Sûrî “.

 

Herwiha Ferman got jî:

 

“Di vê serdanê de, me hin mijarnî giring bi hev re gengeşekirin, bi taybet tekizî hat kirin li ser pêwistiya yekhelwesta Kurdî di derbarê piştgirtiya van danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de”

 

Wek tê zanîn, ofîsa partiya Yekîtî Kurdistanî Sûrî li bajarê Dêrikê, careke din ji nû ve di roja yekşemê 13ê vê heyva pûşberê bi beşdarbûna tevgera kurdî ya siyasî û cemawerê bi ser ENKSê ve yên devera Dêrikê hat vekirin.

 

Wek tê nasîn Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûrî û partiya Yekîtî Kurdistanî Sûrî bi ser ENKSê ve ne û xwedî rolek giring in.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.