المجلس الوطني الكوردي في سوريا

AMÛDÊ: RÊXISTINA AMÛDÊ YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ SALVEGERA DUYEMÎN YA TÊKOŞER HESEN HIMÊDÎ VEJANDIN.

0 76

Di roja pênşemê 7.4.2022an de, bi boneya salvegera Duyemîn ya koça dawî ya têkoşer Hesen Himêdî (bavê Ciwan) endamê komîta şax ya rêxistina Amûdê ya PYK-Sê û nûnerê berê yê partiya Yekîtî Kurdistan di xwecihiya Amûdê de bû, ya bi ser ENKSê ve.Rêxistina Amûdê ya bi ser PYKSê ve,bi rahiştina gulan serdana gora têkoşer kirin.

Herwiha rêxistina Amûdê,bi serokatiya mamoste Merwan Îdê bû,endamê ofîsa Siyasî ya PYK-Sê di dest pêkê de,kêlîkek bêdeng rawestiyan li ser giyanê têkoşer Hesen Himêdî.

Herwiha di derbarê vê yekê de,li ser gora têkoşer M.Merwan Îdê, gotinek pêşkêş kir û gotina wî di derbarê nirxandina berdewamiya wan li ser kar û xebat û raman û rêbaza partiyê ya ku têkoşer bavê Ciwan li ser rêbaza wê çû ber dilovaniya xwedê bû, û soz û wefedariya xwe ji hevalê xwe re nû kirin.

Herwiha Îdê,di axavtina xwede,rawestiya li ser haweldanên Partiya Yekîtî Kurdistanî ji bo aktîvkirin û pêşxestina ENKSê ji bo yekhelwestê ji bo berevaniyê di ber mafê rewa yê gelê kurd de bike.Û beranber kirin li ber kiryarên xerab yên dijî gelê Kurd û ENKSê tên kirin ji aliyê rêveberiya PYDê ve.Ji bilî berdewamiya rêjîma Behs li ser ramanên berê yên nejadperestî.Di derbarê vê yekê de,Îdê diyar kir ku bi yekhelwest mirov dikare siberojê hin ji mafên gelê xwe û dosa gelê xwe biçesibîne.

 

Herwiha Îdê diyar kir ku di vê dema dawî de,hin rûpel û malperên civakî yên bi ser rêveberiya PYDê ve,êrîşî serkirde û hevalên partiya me dikin û wan tawanbar dikin bi girêdana welehiya Tirkiyê û nîşan kir ku ev tiştekî pir xerabe û ev rêveberî nikare sînûrekî ji van karên xerab re dîne.Ji ber ku ev yek ji pêlanên danûstandinên di navbera ENKSê û PYNKê de bûn,ta ev kampaniyên îxanetê bên rawestandin.

 

Herwiha mamoste Merwan Îdê,di axaftina xwe de,diyar kir ku ne gelê me tenê di cîhanê de,di vê aloziyê de derbas dibe ji ber aloziya di navber welatên xwedî hêz ji bo berjewendiyên xwe wa Ukranya jî bo qurbaniya van nakokiyan.

 

Di dawiyê de, Spasiya hemû beşdaran hat kirin û wênê Elfatîha li ser giyanê têkoşer Hesen Himêdî hat xwendin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.