المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Amarên dawî ji Koronayê li Sûriyayê

0 64

Rojana hejmara pêketiyên bi nexweşiya koronayê li sûriyê ber zêde bûnê ve diçe, û di derbarî vê yekê de îro roja pêncşemê” 23″ ê tîrmahê, encûmena wezareta sûriyê di çarçoveya rûbirûbûna Veyrosa koronayê di daxuyaniyekê de biryar de ku hemû holên şahiyan û cihên serxweşiyê werin girtin heta demeke nediyar, û ji roja înê “24” tîrmehê de ev biryar were cîbicîbkirin, li navçeyên dibin desthilata rêjîma Sûriyê de, bi mebesta xweparastinê û rêgirtinê ji belavbûna Veyrosa koronayê û daxwaz ji welatiyan kirin pabendî rênimeyên xweparastinê û tendirûstî bin.

 

Û herwiha di derbarî vê mijarê de wezareta saxlemiyê ya Sûriyê aşkere kir ku hejmara tûşîbûyên nû bi koronayê di” 24″ demjimêrên derbasbûyî de “21 ” kes, ji wan “5” başbûne.

 

Û herwiha hejmara pêketiyên nû bi koronayê li navçeyên Sûriyê ev in :

_19 li Şamê û gundwarê wê

_1 li Swêdayê

_1 li Latiqiyê

 

Û “1” li Şamê derbarî vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

 

Û bi vî awayî hejmara dawî li sûriyê gihiştiya.

_ 561 kes tûşî koronayê bûne

_ 165 ji vê nexweşiyê başbûne

_32 canê xwe ji dest dane.

 

 

Û tê zanîn ku nexweşiya koronayê COVID _19, li bajarê wûhan yê Cînê derket û nexweşiyeke metirsîdar bû ji kesî bo kesekî din di hat veguhastin û piştre li hemû welatên cîhanê belav bû û bandor li ser jiyan û aboriya piraniya welatan kir.

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.