المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEVDÎTINEK DI NAVBERA ENIYA AŞTÎ Û AZADIYÊ Û NÛNERTIYA WEZARETA DERVE YA EMERIKÎ DE HAT LI DAR XISTIN

0 70

Di roja pêncşemê 6.8.2020an de, li ser daxwaza wezareta derve ya Emrîkî, hevdîtinek di navbera nûnertiya wê û Eniya Aştî û Azadiyê de, li bajarê Hesekê hat li dar xistin.

 

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de, endamê destaya serokatiya ENKSê û hevrêzê giştî yê TÇKS mamoste Fêsel Yûsif ji malpera me ya ENKSê re, ragihand û anî ziman ku :”Ev hevdîtin li ser daxwaza wezareta derve ya Emrîkî bû û evdîtinek giring bû”.

 

Her wiha Mamoste Fêsel Yûsif anî ziman û got:” Aliyê Emrîkî li ser guhdarîkirina wê ji nerîna Siyasî ya Eniya Aştî û Azadîyê ji bo çareseriyê di welatê Sûriye de, da xuyakirin ku Emerîka, kar dike ji bo yekîtiya hemû tîreyan û pêkhatiyên opozisyona Sûriya, û piştgirtî û çavdêriya wan ji danûsitendinên Kurdî -Kurdî re, di nav vê çarçovê de ne, û di derbarê wê de, aliyê Emrîkî spasiya Eniya Aştî û Azadiyê kir li ser rola wê ya piştevan ji danûsitendinên Kurdî û kurdî re kir”.

 

Her wiha endamê desteya serokatiya ENKSê anî ziman û got:”Aliyê Emrîkî da xuyakirin ku kar dike ji bo vedîtina çareseriya siyasî ji kirîza Sûriye re, li ser riya fişar li ser rêjîmê û sepandina cezayê aborî lê bike،ji bo pêxistina aliyê Cinêv li gorî biryara civaka navdewletî 2254 û her wiha aliyê Emrîkî da xuyakirin ku wê kar bikin ji bo dabînkirina aramiyê li bakur û rojhilatî Sûriya”.

 

Her wiha mamoste Fêsel Yûsif anî ziman û got:”Şanda Eniya Aştî û Azadî ji aliyê xwe de, spasiya Emrîkan û hevpeymaniya navdewletî kir li ser kar û xebata wan ji bo tinekirina rêxistina DA’IŞ ya terorîst, û rola Emrîkan li herêmê alîgirê hevseng ji vedîtina çareseriya siyasî ye ji kirîza Sûriya re”.

 

Her wiha Yûsif diyar kir, şanda Eniya Aştî û Azadiyê tekez kir ku ragihandina Eniyê encameke xwezayî bû ji têkiliyên balkêş di navbera aliyên Eniyê de, piştî çend mehan ji danûsitendinên berfire di navbera pêkhatiyên Eniyê de, û wê kar bike ji bo têkiliyên baş bi hemû aliyên opozisyona Sûriya û wê hewildanê bike ji bo nêzîkirina aliyên nerînê navbera wan ji bo parastina li ser yekîtiya destaya danûsitendinan ya opozisyona Sûriya.

Her wiha şanda Eniyê diyar kiriye li ser kar ji bo avakirina têkiliyên baş bi aliyên navdewletî û hawîrdor re yên bi kar radibe ji bo vedîtina çareseriya siyasî ji kirîza Sûrîyeyê “.

 

Her wiha di dawiya civatê de, her du aliyan rêkeftin kirin li ser berdewamiya têkiliyan û kar bi hev re bikin ji bo piştevaniya çareseriya siyasî li Sûriye.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.