المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Pêncemîn ser şehîdbûna ”Mihemed Emîn Silo“ve derbas dibe ..

0 98

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn de ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarên mezin ji şehîd û birîndar danîne…

Û herwiha ku di roja 18ê Çileya 2017an, pêşmerge “Mihemed Emîn Silo” canê xwe ji dest da di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de ….

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Mihemed Emîn Silo”….

– Nav: Mihemed Emîn Silo
– Pile: pêşmerge
– Ji dayîk bûnê: Qamişlo
– Dîroka şehîdbûnê: 18/1/2017 Eskê Mûsilê.

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.