المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÛNIŞTINEKE DIYLOGÊ LI AMÛDÊ BI SERNAVÊ”MEKANÎZMAYÊN AKTÎVKIRIN Û PÊŞXISTINA ENKSÊ.

0 83

Di roja Înê 14.1.202an de, Rêxistina Amûdê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê rûniştineke diyalogê bi sernavê: Mîkanîzma pêşxistin û pêşketina ENKSê lidarxist.

Herwiha komek ji rewşenbîr û çalakvanên bajêr tê de beşdar bûn, û mekanîzmayên heyî hatin gotûbêjkirin, û gelek mekanîzmayên nû hatin pêşniyarkirin ji bo aktîvkirin û pêşxistina karê ENKSê.

Herwiha M.Îsa Mihemed, serperiştiyê rûniştinê, spasiya xwe ji amadebûyan re ji bo hewldana wan di rûniştinê de, û pêşniyarên wan ên giranbuha nîşan da û da zanîn ku ev rûniştin di çarçoveya rêze danişînên ku ji aliyê ofîsa Perwerde û Vejîn ya PYK -Sê ve, hatine organîze kirin.Ji bo dîtina nerînên kesên eleqedar bi doza kurdî re, berî konferansa Encûmena Niştimanî ya Kurd, ji bo sûdwergirtina ji bîr û ramanên beşdaran bigrin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek çalakî û civînên bi vî rengî li çend herêman di bin çavdêriya Nivîsgeha Perwerde û vejîn ya Partiya Yekîtî de hatin lidarxistin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.