المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera pêncemîn a şehadeta Pêşmerge Daniyal Hewas..

0 68

Salvegera pêncemîn li ser şehîdbûna  “Daniyal Hewas” ve derbas dibe ku xwîn û canê xwe kir qurbanî di ber xaka Kurdistana pîroz e ku biparêzin ..

 

Hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên leşkerê roj tên naskirin, di 12/3/2012an de ,bi serpirştiya serokê Netewayî ” Mesûd Barzanî ” hat damezrandin û di bin çavdêriya kadroyên leşkerî de perwerde dibûn..

 

Û ji dema damezrandina wê ta niha bi hezaran keç û xort birîndar bûna û şehîd ketine .

 

Yek ji wan pakrewan ” Daniyal Hewas Mehmûd “, ku di roja 5/7/2016″ di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê de canê xwe ji dest da û kir qurbanî di ber parastina sînor û xaka pîroz a Kurdistanê..

 

Û derbarî zaniyariyên bêhtir ser vî şehîdî ev in:

– Pile: Pêşmerge

– ji dayîk bûn: Amûdê

– Cihê şehîdbûnê: Eskê Mûsilê 5/7/2021…

 

Û herwiha tê zanîn ku şehîdê pêşmerge ” Daniyal Hewas” ji dayîk bûna sala 1993an, li bajarê Amûdê ,û di sala 2014an tevlî nava refên pêşmergeyên bû yên leşkerê roj û bi dilsozî beşdarî şer li dijî rêxistinên terorîst dibû de ku milet û xaka xwe ji dijminan biparêzên…

 

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.