المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ENCÛMENA BAJARÊ AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIST…

0 77

Di roja Şemiyê 3.7.2021ê de, encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Herwiha serokê xwecihiyê M.Mihemed Umer Şêxmûs bi xêrhatina hemû endaman kir û li ser rewşa rêxistinî rawestiya .

 

di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .

 

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna bûyeran.

 

 

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî di derbarê têgihiştinên herî dawî ji danûstendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de .

 

Herwiha hemû mijarên hatin şirovekirin, ji aliyê beşdarbûyan ve, hatin gengeşekirin bi awayekî zelalmendî, Û di dawiya civatê de,hemû endam hatin spaskirin ji aliyê destaya serokatiya xwecihiyê .

 

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.