المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI KORBENDA ÇAKSAZÎ Û GUHERTINÊ XELEKEK GENGEŞEYÊ HATIBÛ LIDARXISTIN.

0 151

Korbenda Çaksazî û guhertinê di xelekek nû de, bi navnîşaniya (Hoz û Eşîretî di pîvanên Rêjîmê Û Dijberiyê de ), di roja şemiyê 3.7. 2021ê de, li navenda korbenda Çaksazî û guhertinê, li bajarê Qamişlo hat li dar xistin, bi rêveberiya M.Kazim Xelîfê û M.Feyrûşa Ebdirihman, endamên korbenda Çaksazî û guhertinê .

Di derbarê naveroka vê yekê de, mamoste Kazim Xelîfê, endamê rêveberiya korbenda Çaksazî û guhertinê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman : xelek li ser van xalan hat gengeş kirin.

1-Rola klanan di aloziya Sûriyê de.

2-Berfirehiya karanîna wê ji hêla rêjîmê û dijberiyê ve.

3-Ma ew dikare di çareseriya Sûrî û pêşeroja welat de rol bilîze?

4-Sedemên mezinbûna vê diyardeyê di vê qonaxê de.

 

Herwiha Xelîfê got jî:

“Paşê destwerdan û gotûbêj li ser van mijaran dest pê kir, ji ber ku beşdarbûn ji rewşenbîr, siyasetmedar û ji hemî pêkhateyên herêmê bûn.

Mijar ji encama rêjîm û israra dijberiyê ya ku van ramanan vedijîne û ji bo berjewendî û îdeolojiyên xwe bikar tîne girîng e”.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.