المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Heftemîn ya şehîdbûna ”Delîl Mîzer Hiso“ve derbas dibe ..

0 59

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn da ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarek mezin ji şehîd û birîndar danîne…

Û herwiha ku di roja 4ê sibata 2015an, pêşmerge “Delîl Hiso” canê xwe ji dest da di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistinên terorîst yên Daîşê de ….

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Delîl Hiso”….

– Nav: Delîl Hiso.

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê:sala 1995an li bajarê Dêrikê

– Dîroka şehîdbûnê: 4/2/2015 li navçeya Giwêlan.

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.