المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA GIRIKÊ LEGÊ YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 83

Encûmena Xwecihî ya Girikê Legê ya bi ser ENKSê ve, di roja Çarşemê 2.2.2022an de, li Girikê Legê li ofîsa xwe civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet encumenên şaxan yên encûmena xwecihî gotûbêj kirin, û piştre beşdaran li ser rewşên siyasî yên hestiyar ku herêm têre derbas dibe, bi taybet bûyerên zîndana Xiwêran li Hesekê û metirsîdarê wê li ser herêmê.

Di dawiya civînê de, serokatiya nû ji bo encûmena xwecihî hate hilbijartin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.