المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 93

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja pêncşemê,3.2.2022an de, li navenda encumena xwecihî civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

 

 

Herwiha lîsta karê civînê ji aliyê serokê xwecihiyê ve, birêz Xelef Emînakî ve, hat pesend kirin û tê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî, sûrî, herêmî û navdewletî hatin gotûbêj kirin.

 

 

Û di rewşa rêkxistinî de, serokê encûmenê mijara pabendbûna endaman bi beşdarbûna di civînên encûmenê de nirxand, û tekezî li ser pêwîstiya pabendbûnê kir, û kar li ser wê yekê hat kirin, ji bilî bidawîkirina rêzgirtin ji kesayetiyên niştimanî.

 

 

Di heman çarçoveyê de çendîn mijar û mijarên xwecihî hatin gengeşekirin, û nerîn ji aliyê hemû endamên encûmena xwecihî ve, hate derbirîn, û helkeftên meha Avdarê hatin gotûbêj kirin, û amade kirin û hevrêz kirin.

ji aliyê herdu encumenên xwecihî yên rojava û rojhilat ên Hesekê yên bi ser ENKSê ve.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.