المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera dehemîn a koçbarkirina Mişel Temo li Hewlêrê hat vejandin

0 61

Îro roja pêncşemê 7ê Cotmeha 2021″an, Şepêla paşeroja Kurdî li Herêma kurdistanê salvegera dehemîn a koçbarkirina xebatkar ” Mişel Temo ” li hewlêrê vejand …

 

Û di destpêkê de xuleke bê dengî rawestiyan li ser giyanê pakrewan Mişel Temo û hemû pakrewanên kurd û kurdistanê ..

Û ev yek bi amadebûna endam û alîgirên şepêla paşerojê û encûmena niştîmanî û nûnarên partiyên siyasî û herwiha kesayetên rewşenbîr û rêxistinên sivîlan.

Û di derbarî vê salvegerê de çend gotin hatin pêşkêşkirin..

Gotina şepêla paşeroja kurdî li sûriya ji aliyê M, Fadî Mirê ” ve hate pêşkêşkirin..

 

Û gotina encûmena niştîmanî kurdî li Sûriya ji aliyê M, Fêsel Yûsif ” ve hate gotin ..

Û gotina Dr, Ebdelhekîm Beşar” cîgirê Îtîlafa Sûriyê û endamê ofîsa siyasî ya PDK-S ê hate pêşkêşkirin..

 

Û herwiha gotina nûnertîya ENKSê li Herêma kurdistanê ji aliyê M, Kawa Ezîzî” ve hate pêşkêşkirin..

 

Û gotina Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd ji aliyê M, Ebd Elxan” ve hate pêşkêşkirin..

Û gotina M, Mihemed Hemo” ji Efrînê hate gotin…

Û herwiha di derbarî vê salvegera de bi awayekî berfireh li ser jiyan û dîrok û xebata têkoşer û xebatkar ” Mişel Temo ” anîn ziman…

Û hêjaya were gotin ku Mişel Temo rêberê şepêla paşeroja kurd li Sûriyê, di sala 1957an, li bajarê Derbêsiyê ji dayîk bûye, û derçûyê kolîja endezyariya çandiniyê bû…

Û zaniyariyên bêhtir derbarê kar û xebata ” Mişel Temû ” :

Di salên 90an de Mişel Temo” bi dest karê siyasî kir , ku di destpêkê tevlî nava refên Partiya Yekîtiya Gel a Kurdî bû, û pist salan kar di wê partiyê de kir..

 

Di sala 1999an de , Mişel Temo ” bi çend çalakvanan re komîteyên vejandina civaka sivîl li Sûriyê û Platforma Celadet Bedirxan a rewşenbîrî jî damezrandin..

Di sala 2005an de, û piştî serhildana Qamişlo xebatkar” Mişel Temo ” Partiya Şepêla paşeroja kurd li Sûriyê damezrandin..

Xebatkar ” Mişel Temo ” ji ber çalakiyên wî yên rewşenbîrî û siyasî di 15ê Tebaxa sala 2008an de, ji aliyê rêjîma Esed ve hate girtin , û di destpêka şoreşa Sûriyê de û piştî ku xwepêşandan li dijî rêjîma Esed derketin di hezêran 2011an de, xebatkar ” Mişel Temo ” ji zindanê rêjîmê serbest hate berdan .

Û piştî serbest berdana wî ” Pakrewan ” Mişel Temo ” tevlî Şoreşa Sûriyê bû û bo endam di Encûmena Niştîmaniya kurdî li Sûriya, ..

 

Û di 8ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 7ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo bûn , ku 4 kesên nenas êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

Û Xebatkar ” Mişel Temo ” ku kesayetekî welatparêz û bi niştîmanperweriya xwe dihat naskirin di nav kurdan û bi dilsozî xebata xwe dikir ji bo doza azadiya mafê gelê kurd…

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo….Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.