المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Duyemîn salvegera êrîşa Tirkiyê ser bajarê Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas dibe..

0 66

 

2 sal ji koçbarkirin û dagîrkirina her du navçeyên kurdî ” Serê kaniyê û Girê Sipî” berdewam e..

Ku di 9ê Cotmeha 2019an de , rojeke bi êş û xemgînî ser welatiyên Serê Kaniyê û Girê Sipî de derbas bû ji ber êrîşkirina hêzên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve ku bi şer û tank û Topan êrîşî her du bajaran kirin…

 

Û herwiha di encama vî şerî de kuştin û revandin û koçbarkirin li derheqê welatiyên sivîl de hatin kirin…

 

Û ji rexekî dî ve şêniyên resen yên her du bajaran bi dilgiranî neçar bûn ji navçeyên xwe koçber bibin û berê xwe bidin bajarên aram yên kurdistana Sûriyê û beşek ji penaberî başûrê kurdistanê bûn ….

 

Û herwiha di heman mijarê de welatiyek ji şêniyên ” Serê Kaniyê ku li bajarê Qamişlo dimîne ji malpera ENKSê re daxuyakirin û anî ziman: ku di 2019an dema êrîşa Tikiyê li ser bajarê me û kiryarên kuştin û revandin derheqê xelkên sivîl de hatin rûdan ez koçbarkirî bajarê Qamişlo bûn , û herwisa berdewam kir ku viyan û hezkirina welatê me nayê jibîrkirin û ku bi zûtirîn dem de were rizgar kirin û hemû koçbar li ser milk û malên xwe vegerin û jiyaneke azad û serfiraz li welatê xwe de bijîn …

 

Û herwiha tê zanîn ku tevî jiyana zehmet û kiryarên xirab ji aliyên girûpên çekdar ve li ser bajarên kurdan lê ev yek nabe kelem li pêşiya berxwedan û hêviya welatiyan ji bo vegerandina li ser axa xwe bi awayekî serfiraz…

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.