المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 9emîn ser revandina Behzad Dorsin..

0 135

Salvegera 9emîn ser revandina endamê ofîsa Siyasî ya PDK-Sê , Xebatkar “Behzad Dorsin” ve derbas dibe..

 

, ku di roja “24/10/2012 ” an de, li devera Dêrikê hate revandin.

 

Xebatkar ” Behzad Dorsin” kesayetekî welatparêz û niştîmanperwer bû bi rêzdarî û dilsozî ji bo doza Azadiya gelê xwe re di kar û xebata netewayî di tevgera siyasî kurdî de dikir….

 

Û herwiha tê zanîn ku xebatkarê kurd “Behzad Dorsin ” di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji dayîk bûye, û di ciwaniya xwe de tevlî nava tevgera siyasî kurdî û refên Partî bû û Dorsin herdem ji bo helwestên xwe di piştevaniya şoreşa Sûriyê û tevgera kurdî û mafên rewa yên gelê kurd de di xwenaskirina xwe de bi nav û deng bû..

 

Û herwiha hin zaniyarî li ser dîrok û xebata Behzad Dorsin :

 

Di sala “1964 ” li bajarê Dêrikê ji dayîk bûya û xwendina xwe ya seretayî û amadayî li bajarê Dêrikê bi dawî kir,

û herwiha di sala “1980” an de, tevlî Partî bû, û piştre di rêxistina xwendekar li bajarê Hesekê de xebitî.

Û herwiha Behzad Dorsin di kongirê” 10″emîn de yê Partî ku di Gulana “2007” an de, hat lidarxistin û têde hat hilbijartin wekî endamê komîta navendî yê PDK-Sê .

Û ji bo kar û xebata “Dorsin” ya neteweyî û niştîmanî hat hilbijartin ji bo endamê ofîsa Siyasî ya Partî.

Û di “26/10/2011″Xebatkar “Dorsin ” wekî nûnerê Partî beşdarî konferansa Encûmena niştîmanî ya kurdî bû.

 

Û di derbarîe kar û xebata” Dorsin ” gelek helwestên Partî yên rêxistinî wergirtin, û berpirsên mecilsa Herêmî ya Encûmena niştîmanî ya kurdî li sûriyê li bajarê Dêrikê wergirt.

 

Û xebatkar” Behzad Dorsin ” bi niştîmanperweriya xwe di nav gelê kurd de di hat naskirin, û ji ber karê wî yê neteweyî di “24/10/2012”, hate revandin û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.