Home / Breaking news / PYDKê semînerek bi helkeftina 37emîn li ser koçbarkirina helbestvanê kurd ” Cegerxwîn” li dar xist ku ji aliyê Konê Reş bi rê be çû

PYDKê semînerek bi helkeftina 37emîn li ser koçbarkirina helbestvanê kurd ” Cegerxwîn” li dar xist ku ji aliyê Konê Reş bi rê be çû

Partiya Yekîtiya Demokrata Kurdistanî , bi helkeftina 37emîn li ser koçbarkirina helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ”  roja înê 22ê Cotmeha 2021an, semînarek li dar xist li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo…

 

Û ev yek bi amadebûna cemewar û endam û Alîgirên Partiya Yekîtî û kesayetên rewşenbîr û nivîskar…

 

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê helbestvan ” Cegerxwîn û hemû pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û ev semînar ji aliyê nivîskarê kurd ” Konê Reş ” ve hate pêşkêşkirin, ku bi firehî ser dîrok û jiyana helbestvan ” Cegerxwîn ” û rola wî di wêja û edebiyeta kurdî de anî ziman….

 

Û di dawiya semînarê de beşdaran pirsên xwe derbarê dîrok û helbest û çîrokên wî diyarkirin…..

 

Û herwiha tê zanîn ku di 22ê Cotmeha sala 1984an de, saydayê ” Cegerxwîn ” çû ber dilovaniya xwedê li paytexta Swêdê li bajarê Stockholmê û termê wî hate veguhestin ji bo bajarê Qamişlo û li mala wî ya li taxa Xerbî bi xakê hate spartin..

 

Saydayê” Cegerxwîn ” xwediyê berhemên dewlemend di hemû warên çand û kultûra kurdî de wekî helbest û çîrokên ser Jîn û jiyan, evîn, ziman , dayîk, welat , û gelek ji hunermendan çîrok û helbestên ” Cegerxwîn ” kirine Stran û ya herî navdar strana Kîne Em ….

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku helbestvanê kurd ” Cegerxwîn ” bi fikir û ramanê xwe yê di warê siyaset û wêjaya kurdî de dewlemend bû û li her çar parçeyên Kurdistanê geriyabû û rewşa kurdan ji nêzîk ve dişopand û di helbestên xwe dinvîsand….

 

Û her helbest û çîrokên helbestvan nemir ” Cegerxwîn ” wê zind bi mîne di dilê her kurdekî de ….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

PYDKê bi boneya roja zimanê kurdî semînerk li darxist.

Bi boneya roja zimanê kurdî partiya Yekîtiya Demoqratî kurdistanî semînerk li bargeha xwe ya li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *