المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ: YEKÎTIYA NIVÎSKARÊN KURDISTANA SÛRIYÊ HELBESTVAN YÛNIS HEMÊ XILAT KIRIN..

0 84

Di roja Pêncşemê, 21.10.2021ê de, şaxê Hisiça yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê helbestvan û nivîskarê kurd Yûnis Hemê (Bavê Serbest), li navenda yekîtiyê li taxa Salihiyê xilat kirin.

 

Herwiha merasîma Xilatkirinê bi xulikek rêzgirtin li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê bi sirûda netewî ya Kurdî (Ey Reqîb) dest pê kir.

 

Herwiha axaftina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ji aliyê endamê desteya Cîbicîkirinê ya yekîtiyê, Tûrcîn Reşwanî ve hat kirin, tê de wî spasiya şaxê Hisiçayê kir ji bo destpêşxeriya rêzgirtina nivîskaran û wêjevanan di jiyana wan de.

Herwiha pêşwazî li beşdarbûna çalakiyên sivîl, rêxistinên ciwanan, nûnerên partiyên siyasî yên kurdî û kesayetên serbixwe yên ku bi wêjeya kurdî re têkildar dibin kir.

 

Ji aliyê xwe ve, nivîskar Yûnis Hemê bi kurtî qala pirtûkên xwe û dîroka derçûna wan kir, û kêşe û zehmetiyên ku wî di rojên destpêkê de pê re rûbirû ma, wek çewsandina ewlekariyê û girtinên ji aliyê desthilatdarên rêjîma Sûriyê.

 

Herwiha helbestvan Umran Muntiş li ser vê boneyê helbestek netewî ya li ser biratiya Kurdan û yekîtiya refê kurdî pêşkêş kir û komek stranên Bulbul Newriz Hisiça hunermend Mahsûm Şikakî zêde kir.

 

Di dawiya merasîmê de, helbestvan û nivîskarê kurd Yûnis Hemê Bavê Sarbest ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê hate xelat kirin.

 

Nivîskar Yûnis Hemê, di sala 1947an de li gundê Sogan ê ser bi navçeya Amûdê ve hatiye dinê, nivîskarê 10 pirtûkên (Dîwan Nîrgiz/ helbest, çîrokên kurdî, Hola Bicûkan/ helbest, geryanek li deştên Xabûr û zozanên Homan/ lêkolîna dîrokî. , Xaka Xwe Binasin/ dîrok, Derd û Êyş/ gotarên bijartî) Ferhengoûk / Erebî û kurdî, Dîwan Tonla Derdan / helbest, Dîwan Payîz / helbest, û romana Xerbê Kafira).

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.