المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 9emîn ji damezrandina Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriya hat bîranîn ..

0 63

Bi helkeftina salvegera 9emîn, li ser damezrandina, Tevgera Çaksaziya Kurdî _Sûriya,Îro li bajarê Qamişlo ahingek pêşwaziyê hate li darxistin bi beşdarbûna hejmarek mezin ji endamên Tevgera çaksaziyê û endamên partiyên siyasî û endamên encumanê û herwiha rêxistinên sivîl.

Û di vê derbarê de li ser damezrandina Tevgera çaksaziyê, endama desteya serokatiya encumana niştîmaniya kurdî li sûriya (ENKS), Fesla Yûsif got: “destpêkê em pîrozbahiya Tevgera çaksaziyê dikin li ser salvegera wê ya 9emîn, û di gotina xwe de berdewam kir ku Tevgera çaksaziyê pir çalak e û bi karekî kurdawarî radibe di xizmeta mafê gelê kurd, û herwisa ku Tevgera çaksazî wekî hemû partiyên encûmana niştîmanî ew jî xwedî roleke pir mezina di nav Tevgera siyasî de, û di dawiyê de em wekî encumanê hêviya berdewambûn ê û serkeftinê dixwazin ji hemû endamên Tevgera çaksaziyê re bi serpirştiya (Fêsal Yûsif).

Û herwiha endamê nivîsgiha cîbicîbkirinê ya Tevgera çaksaziya kurdî _sûriya, Kazim xelîfê wisa ji me re axifî û got : Pîroz be li Tevgera çaksaziyê ku di 14ê nîsanê Sala (2010),bi rengekî fermî hate avakirin, û Kar û xebatê dikin bi encumana niştîmanî re ji bo mafê miletê xwe biparêzin û cîbicîbikin di destûra sûriyê de, û Tevgera me bi sê siloganên bengehîn tê nas kirin :çaksazî _ zelalmendî _guhartin), û hêviya me em ji vê qonaxa zehmet derbas bibin û bi rengekî serkeftî Kar û xebate xwe bikin.

Herwiha endamê hevrêziya giştî yê T.Ç.K.S M.Mesûd Sêfo ji peyamnêrê me re anî ziman û got:”Tevgera me di wan neh salê derbasbûyî de karî bû rolek giring bilîsta û kar dike ji bo avakirina partiyek sazî li gorî sembola wê Çaksazî, Zelalmendî û guhertin.

Herwiha Sêfo anî ziman ku em E.N.K.S dibînin aliyekî giring ji bo piroja wê netewî em spasiya hemû aliyên ku pîrozbahiya me kirin bi awayekî kêf û xweşî û hemû aliyên ku beşdarbûn jî ji karê tevgera me pir serfiraz bûn .

Herwiha M.Nebîla Umer jî endama hevrêziya giştî ya T.Ç.K.S ji peyamnêrê me re anî ziman û got:”Ez peyedarim ku ez di hindirê vê tevgerê de kar dikim ji ber ku ji destpêka damezirandina wê ta niha tim di kar û xebata xwe kurdayetî de bi pêş ve dire. Û bi taybet wek îro ji bo rojbûna Tevgera me neh saliya wê ev ahinga pêşwazîkirinê hatiye li darxistin rê û rêwanî tine ye, ji hemû aliyên siyasî û kesayetên serbixwe.

Herwiha Umer anî ziman ku hemû cûreyên ragihandinê jî beşdarbûne,  Umer di dawiya gotina xwe de anî ziman ku ez vê tevgerê li gelê kurd pîroz dikim.

 

 

Rapor: Hêvî Dilî- Elî Fetah

Ragihandina ENKS ê… Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.