المجلس الوطني الكوردي في سوريا

GUNDEWARÊ DIRBÊSIYÊ: DEHÊN XANIYAN BI SEDEMA BARANÊ Û LEHIYAN HATINE XWARÊ.

0 74

Di encama berdewambûna barandina baranê, ji destpêka demsala zivistana îsal ta niha, ziyan û metirsike pir mezin gihiştiye welatiyan bi sedema vê baranê Ji ber ku xaniyên bi kerpîçan û heriyê hatine avakirin û bi taybet yên avakirina wan lawaz û taybetirîn xaniyên nifqe û yên lawirên gedî bûnê jî ew bêhtirîn hatine xwarê. Û gelek riyên gundewarê Dirbêsiyê xerabûne û nema tên meşandin. Li gorî şopandina nûçegihanê me, ji gundekî  yên bi ser bajarê Dirbêsiyê ve ne wek li gundê Xatûna zêdetirî deh xaniyan hatine xwar bi sedema barandina baranê de.

Derbarê vê mijarê Mirovekî bi navê, Yûsif Hec Îsa ji neşteciyên gundê Xatûna ji peyamnêrê me re anî ziman û got: “Ez gihiştim vî temenî min baranek bi vî awayî nedîtiye û gihaka li ser xaniya jî min ticarî wilo nedîtiye, lê di demên bûrî de, baran dibariya lê ne li ser hev dibariya.

Herwiha Îsa anî ziman ku xaniyê min beşek jê dike wer xwar.

Herwiha welatiyek bi navê Ahmed Fetah ji gundê Xatûna yê xaniyê wî yê nifqe hatibû xwar ji me re wiha axivî: “ku mala min nêzîkî newalê ye dema baran tê lehî bi ser me de tê û em pir ditirsin, xaniyê min yê nifqe hat xwar ji ber lehî û avakirina wî jî nêzî çar sala bûye.

Herwiha sermiyanê malekê jî bi navê Riyad Ibrahîm ji gundê Xatûna wiha ji peyamnêrê me re anî ziman: “miyek û bizinek û çêlek û hin mirîşk û elokek ê min jî hebû, Lê mixabin xaniyê wan bi ser wan de hat xwar bi sedema barandina barana îsal, dewê zarokên min qutbû.

Herwiha Ibrahim anî ziman ku ta niha ti rêxistin û komelên xêrxwaziyê jî nehatine ce me û rewşa me ne şopandine, em bi hêvî ne ku dengê me bighêje rêxistinîn xêrxwarziyê û alîkariya me bikin.

Rapor: ELÎ Fetah

Ragihandina ENKS ê – Dirbêsiyê

Leave A Reply

Your email address will not be published.