المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Sirûşta Kurdistanê di buharê de û xweşiya jiyanê tê de..

0 65

Di demsala buharê de hemû dar û giya bi gul û pelan tên xemilandin. Her der bi rengê biharê pir xweşik dibe. Û bi hatine demsala buharê, êdî xelk derdikevin seyranan û bênvedana xwe her roj di nav siruşt û bexçeyan de diborînin.

Û yek ji wan seyrangeha ku xelkê li derdikevin ew e sirûşta (Sêgirka) ku tê naskirin û li Bakurê bajarê Qamişlo li Kurdistana Sûriya dikeve , ku rojana hemwelatî berê xwe didin vê xwezayê, û herwiha bi taybetî di demsala buharê de ku hejmara xelkê pir zêde dibe, ta ku bênvedanê bikin, û zarokên wan jî kêfxweş dibin, bi lîstokan di nava sirûştê de.

Û herwiha derbarê vê yekê de hemwelatiyekî ji peyamnêrê me re axifî û got : “Em di demsala buharê de gelek kêfxweş dibin, ku bihar ji bo xelkê jiyaneke xweş e , û wisa berdewam kir axaftina xwe û got di buharê de her rojên betaliyê de em derdikevên seyranê ji bo derûniya mirov were guhartin derbarî vê rewşa zehmet ve ya ku milet têde derbas dibin.

Û bi vî awayî xelk bi seyranan pêşwaziya hatine demsala buharê kirin, ku buhar xweş e bi sirûşta xwe û bi keskebûna daran û bi vekirina gulan…

Raport :Hêvî Delî
Ragihandina ENKS ê…Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.