المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 6emîn ser Şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Leşkerê Roj derbas dibe ..

0 69

Hêzên pêşmergeyên Kurdistana sûriyê ku bi navê (Leşkerê Roj) tên naskirin , di roja “12/3/2012”, ev hêz hat  damezirandina li Herêma kurdistanê bi serpirştiya Serok Mesûd Barzanî, û di bin çavdêriyê kadroyên leşkerî de perwerde dibûn, û êdî Leşkerê Roj ku ji kec û xortên Kurdistana sûriyê ne, bûn xwedan hêzeke bi ezmûn  û beşdarbûna wan di şer û cengê de li milê pêşmergeyên herêmê re,

û ji dema damezirandina Leşkerê Roj ta niha bi sedan birîndar û bi dehan şehîd danîn .

Û herwiha di vê derbarê de wekî îro ji sala “2014 ” di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst ya Daîşê, Pênc pêşmergeyên qehreman yên leşkerê roj şehîd bûn û canê xwe kirin qurbanî ji bo parastina sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan, li devera ( Hesen Şam) , gundê “Sêvdîn ” li Herêma kurdistanê.

Û herwiha navê wan şehîdan  ev in:
– Comerd Mişo .
– Ji dayîkbûn: Dêrik . Kurdistana sûriyê
– Cihê Şehîdbûnê: gundê Sêvdîn, Hesen Şam 16/9/2014

-Şehîd: Delîl Ehmed Elî
-Ji Dayîkbûna: Tirbespiyê, Kurdistana Sûriyê
-Cihê Şehîdbûnê: gundê Sêvdîn, 16/9/2014.

-Şehîd: Silêman Hemza Hacî
-Ji dayîkbûn: Tirbespiyê, Kurdistana Sûriyê.
-Cihê Şehîdbûnê: gundê Sêvdîn 16/9/2014.

-Şehîd: Beşîr Ehmed Yûsif
-Cihê Şehîdbûnê : Gundê Sêvdîn 16/9/2014.

-Şehîd: Mistefa Cercîs Seîd
-Cihê Şehîdbûnê : gundê Sêvdîn 16/9/2014.

Û herwiha hin zaniyarî li ser dîroka van pêşmergeyan:

Şehîd ê leşkerê roj ” Comerd Mişo” , ji dayîkbûna sala “1986” ,li gundê Gir Zîro ,yê bi ser bajarokê Girkê Legê ve ,li Kurdistana sûriyê, û ji destpêka damezirandina Leşkerê Roj, bi vînek bihêz “Comerd ” tevlî nava refên pêşmerge bû û di ber xizmeta gelê kurd  û ber parastina Sînorê xaka pîroz di roja 16/9/2014 , li herêma kurdistanê, Li devera Hesen Şam, şehîd bû.

Û herwiha şehîdê pêşmerge ” Silêman Hacî” ji dayîkbûna sala “1990” li gundê Girdêm yê bi ser bajarê Tirbespiyê ve li Kurdistana sûriyê , û di nava refên pêşmerge yên Leşkerê Roj de cihê xwe digirt, û beşdarî şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst dibû, lê li devera “Hesen Şam” li gundê Sêvdîn, canê xwe kir Qurbanî  ji bo berevaniyê di ber xaka pîroz de û li gundê wî Girdêm bi xakê hat spartin..

Û Hêzên pêşmergeyên Kurdistana sûriyê yên leşkerê roj di têkoşîn û xebata xwe ya kurdewarî de berdewa min û bi lehingî û qehremaniya xwe di şerê rûbirûbûna rêxistinên terorîst de beşdarbûn , de ku berevaniyê xak û miletê xwe bikin…

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.