المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Xwecihiya Rojhilatî Qamişlo Civîna xwe ya asayî lidarxist…

0 78

Encûmena xwecihî ya rojhilatî Qamişlo, roja duşemê” 14″ê , êlûna, “2020” an, li ofîsa PDK-S, ya rojhilatî bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist û ev yek bi amadebûna cîgirê serokê encûmena xwecihiyê M,”Nûreldîn Xaşo “, û herwiha bi hezirbûna piraniya andaman.

Di destpêkê M,Nûreldîn Xaşo, bi xêr hatina hemû endaman kir, û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di civînê de li ser rewşa rêxistinî û siyasî baş rawestiyan û xalên giring û çûda têde gengeşekirin .

Û herwiha di vê derbarî de M,”Nûrelddîn Xaşo “, cîgirê serokê encûmena xwecihiyê ji malpera me re daxuyakirin ku di civatê de bi awayekî giştî li ser rewşa rêxistinî û siyasî axifîn ، û bi firehî li ser bûyer û pêşhateyên dawî ya rewşa siyasî li sûriyê û taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê gengeşekirin,

û herwiha ji rexekî dî ve di civatê de li ser danûstandinên di navbera aliyên kurdî de encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî de di derbarî yekîtî û yekrêziya nav mala kurdî de li Kurdistana sûriyê..

Û herwiha di civînê de hate behis kirin li ser rewşa rêxistinî ya encûmena xwecihiyê û li ser pêşketina çalak kirina karê xwecihiyê û berdewamiya têkiliyan di navbera hemû pêkhateyên encûmenê de ji bo berjewendî û xizmeta civaka kurdî li Kurdistana sûriyê de . ..

Wêne ji Civînê

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.