المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EMÎNDARIYA GIŞTÎ YA ENKSÊ CIVÎNA XWE YA YASAYÎ LI BAJARÊ QAMIŞLO LI DARXIST..

0 67

Îro di roja sêşemê 15.9.2020an de,Emîndariya giştî ya ENKSê civîna xwe ya yasayî li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Di derbarê naveroka vê yekê de,Mamoste Kazim Xelîfê endamê ofîsa cîbicîkar yê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriye,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan û piştre lîsta kar gengeşekirin”.

Herwiha Kazim Xelîfê got:

” Civat rawestiya li ser pêşketinên herî dawî yên danûsitendinan di navbera ENKSê û PYNKê de û pêwîstiya kar ji bo serkeftina van danûsitendinan ji bo xizmeta dosaya gelê me yê Kurd , û civatê tekez kir li ser giringiya yekhelwesta Kurdî ya ku ENKSê wê dixwaze “.

Herwiha Xelîfê anî ziman û got:

“Civatê rewşa ENKSê ya di hindirê opozisyonê(Itîlaf) de gengeşe kirin,bi taybet piştî helwestan û ragihandinên xerab ji hin rêveberên wê di derheqê ENKSê de ,

wek biryara tekane ji aliyê Nesir Elherîrî bi dûrxistina nûnerê Kurd Hewas Egîd ji desteya danûsitendkar.
Herwiha beşdarbûyan  tekez kirin li ser çespandina rêkeftina ya ku hatibû kirin di navbera ENKSê û Itîlafê de.

Û ektîvkirina wê rêkeftinê ya ku li ser erêniya wê ENKSê bûye beşek ji opozisyonê(Itîlafê) û nabe were zêdegav kirin û arandin”.

Herwiha mamoste Kazim Xelîfê got jî :”Civatê li ser rewşa Eniya Aştî û Azadî rawestiya û pêwîstiya pêxistina wê di derbarê xizmetkariya dosaya Sûriya bi giştî û bi awayekî taybet dosaya gelê Kurd”.

 

Herwih Xelîfê got:

“Civatê hin pêşînyar û biryar sitendin di derbarê pêşketina kar û xebata ENKSê û pêxistina rola wê li ser qada Kurdî û navdewletî de “.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah
.

Leave A Reply

Your email address will not be published.