المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CIWANEKÎ KURD BI NAVÊ “HESEN EBDULBAQÎ BIRO” DI DERYAYÊ DE XENIQÎ.

0 72

Di roja sêşemê 20ê heyva Nîsanê sala 2021ê de,ciwanekî kurd bi navê Hesen Ebdulbaqî, ji Kurdistana Sûriya,ji bajarê Dirbêsiyê di Deryayê li Welatê Ceza’ir xeniqî ,û jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê vê yekê de,li gorî şopandina nûçegehanê me ,parêzer Masûd Elî pismamê  Hesen Ebdulbaqî Biro,ji malpera me ya ENKSê re,ragihand û anî ziman, di derbarê kurtejiyana wî de, bi kurtasî:

“Di destpêkê de,em spasiya we dikin li ser sersaxiya we ji bo rahmetiyê Hesen , Bi rastî rahmetiyê Hesen jidayikbûna bajarê Dirbêsiyê ye, sala 1986 an, xwendina xwe ya seretayî li Dibistana Ebî Zir Elxefarî li bajarê Dirbêsiyê bidawî kir, û xwendina xwe ya navendî jî li Dipistan Selah Edîn li bajarê Dirbêsiyê bidawî kir”.

Herwiha Elî got jî:

“Rahmetiyê Hesen sala 2009 an derbasî welatê Ceza’ir bibû ji bo kar,û li wir zewicî jineke Ceza’irî ji xwe re anî û kurekî wî jî heye”.

Herwiha mamoste Mesûd anî ziman û got:

“Bi rastî rahmetiyê Hesen qey dixwest ji wir derkeve welatên Ewropa ji bo bêtir jiyana xwe dabîn bike.

Û di 19ê heyva Nîsanê sala 2021ê de,ji herêma Misinxanim ya Ceza’ir xwest xwe bighîne Welatê Espaniya li ser riya Derya Navincî ,lê mixabin di 20.4.2021ê de, di rê de,qeyîk bi wan re tê noqkirin û 41 rêwî jî têdene û 3ê rêwî di avê de tên xeniqandin û rahmetiyê Hesen yek ji wan hersiyê hatine xeniqandin û jiyana xwe ji dest dane”.

Hêjaye gotinê,ku rojane gelê kurd li ser van riyan jiyane xwe ji dest didin, bi bûyerên cûda,

Bi sedema bazdana wan ji ber stemkariyê ji bo dabînkirina jiyanek bi aramî û rûmet bijîn, û cihê mixabiniyê ye ku civaka navdewletî rojane van bûyaran dişopîne û bêdeng dimîne.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.