المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DI VAN ROJÊN DAWÎ DE BI DEHAN KURDÊN KURDISTANA SÛRÎ DERBASÎ TIRKIYA DIBIN ..!!

0 72

Li gorî zaniyariyan,û şopandina nûçegehanê me ji berî deh rojan de,û ta niha bi dehan ji xelkê  Kurdistana Sûrî derbasî Tirkiya bûne , ew jî tenê kurd in .

Di derbarê vê yekê de,çavkaniyeke taybet ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:
“Em dikarin bêjin,di van rojên dawî de,bi dehan kurd derbasî Tirkiya bûn.

Û hîn derbas dibin , Û gelek rê vegirîne li ser dîwarê di navbera Kurdistana Sûriya û Kurdistana Turkiya de”.

Herwiha got jî:

“Lê tenê dihêlin kurd tenê derbas bibin , Ji ber ku li gorî agahiyên taybet dema ku pêkhatiyên Ereb dixwazin derbas bibin dibêjin lêşkerên Tirk wan vedigerînin û ji wan re dibêjin karê we li vir heya û dema haweldanê didin xwe ji bo ku derbas bibin di wê demê de,lêşkerên Tirk li wan dixin û wan baş dêşînin û wan vedigerînin”.

Herwiha çavkaniya taybet got jî:

“Li seranserî sînorê navbera Kurdistana Sûriya û Kurdistana Tirkiya bi taybet ji herêma Rojavayê bajarê Dirbêsiyê û ta rojavayê bajarê Amûdê û hin herêmên dî jî hene,

rê gelek vekirîne û pêlik jî danînin ji bo derbasbûn hêsan be li ser dîwarê yên ser sînor.

Û ji aliyekî dî jî,dema xelkên ku derbas dibin , Hikûmeta Tirkî alîkariya wan dike ji hemû aliyan ve,ta wan bi cih dikin,û xelk jî ji ber rewşa aborî û estengiyên jiyanê baz didin”.

Wek tê zanîn,ev karê ku Tirkiya dike karekî siyasî ye, û dixwaze herêmên Kurdistana Sûriya yên ne di bin kontirola wê de ne, vala bikin ji kurdan.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.