المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Buhabûna nirxê Dolar û Bandora wê ser Aboriya Kurdistana Sûriyê..

0 69

Rewşa aborî ya zehmet êdî bûye sedema sereke ji belengaziya welatiyan li kurdistana sûriyê, ku di vê dema dawiyê de ji sedema rûxandina lêreya Sûrî li beramberî dolarê Amerîkî, ji vê yekê welatî alozî û astengiyan dibînin di debara jiyana xwe ya rojane de û naxasim kesên ku karê rojana dikin û bê mûçe ne, û di bin hêla hejariyê de dijîn.

Û bê guman ev yek bandoreke nerînî li ser jiyana welatiyan ya rojane kiriye ji buhabûna nirxê hemû alav û pêdawistiyê mirov an yên rojane

weku buhabûna kerestên xwarinê û bilindbûna nirxê derman û bilindbûna nirxê Embêrên eletrîkê û ev bûye cihê nerezîbûna welatiyan.

Û herwiha malpera ENKS ê nerînên welatiyên Qamişlo şopand di derbarî vê rewşa zehmet ku milet têde derbas dibin.

Û herwiha di vê derbarê de welatiyek ji malpera ENKS ê re tekez kir li ser rewşa eletrîkê li kurdistana sûriyê û wiha anî ziman :

” Ku ji destpêke kirîza sûriyê te niha rewşa eletrîka niştîmanî gelek xirabe , ji vê yekê li her taxakê jenerator hatine danîn û her demekê nirxê embêran bilind dikin, û berî çend mehan embêrek bi “1500 “, lêreya Sûrî bû, lê niha biryar hatiye destnîşan kirin ku embêrek bi” 2000 “,lêreya be”,

û herwiha amaje bi wê yekê heger dolar buhabibe dibe ku nirxê embêran careke din bûhabibe, û ji rexekî dî ve Berdewam kir got:

“ku Kar hatiye rawestandin û em êdî nikarin jiyana xwe bi vî awayî berdewam bikin de ku roj bi roj rewş zehmetir dibe”..

Û herwiha welatiyek bi navê “Mihemed Xelef” di nava bazara Qamişlo de karê kirîn û firotina kerestên xwarinê dike, wiha ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman :

“Daketina bûhaya lêreya Sûrî li bemberî dolarên Amerîkî ev yek bandor li kirîn û firotinê kiriye di nava bazarê de de ku piraniya dukanan hatine girtin”

û herwiha berdewam kir ku :

” tevgera welatiyan pir kêm bûye û êdî ew bi zehmetî pêwîstî û xwestekên xwe yên rojana bi dest dixin ji sedema qutbûn û bilindbûna nirxê hemû alav û pêdeviyan”..

Û herwiha ji rexekî dî ve li kurdistana sûriyê welatî gazinan dikin li ser kirîza bilindbûna nirxê derman û tunebûna gelek cureyên wan li dermanxaneyan li kurdistana sûriyê û herwiha ev yek bûye cihê zehmet û pisgirêk li gel welatiyan, de ku gelek dermanên nexweşiyên giran peyda nabin û heger peyda bibe ew jî bi nirxekî buha tê firotin, û herwiha li gorî xwediyên dermanxaneyan dibêjin ku bilindbûna dolar bandor li wan tê kirin ji vê yekê ew neçarin nirxê dermanan buha bikin.

Û êdî hêjaya were gotin ku buhabûna nirxê hemû alavan êdî girêdayî ya bi bilind dolar ve..

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.